Here naverokê

Weşanên Bajar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Berhemên ku ji Weşanxaneya Bajar derketin û nivîskarên wan:

Vî helbestkarê emerîkan di çêbûna ruhiyet û nasnameya emerîkan de roleke gelekî girîng lîstiye. Qalib û tixûbên zimanê îngilîzî wekî lehiyekê daye ber xwe, şax û şovên helbesta xwe dirêjî hemû kar, bûyer, kêlî û ciyên jiyanê kiriye, bi riya pîrozkirin û berzkirina nasnameya welatê xwe, xwe gihandiye gerdûnîtiyê. (Wergera ji îngilizî: Kawa Nemir)

Poe bêtir bi çîroknivîsiya xwe ve tê naskirin. Tê zanîn û pejirandin ku wî di qonaxa seretayî ya çîroka nûjen de tevkariyeke gelekî xurt kiriye bo mîrata wêjeya cîhanê. Lê belê helbestkariya Poe jî, bi qasî çîroknivîsiya wî girîng e û wergêrê kurd Samî Hêzil xwestiye ji binê vî barê giran rabe. Xwendevanên kurd ên hişyar bibînin bê wî ev kar çendî bi ser xistiye. (Wergera ji îngilîzî: Samî Hêzil)

Helbesta erebî ya nûjen xwe dispêre qonaxên dirêj ên rewanbêjiya zimanê erebî. Ji helbestên kevin ên bi navê "Muallaqatul Es-Seba" heya îro vê helbestê gelek qonax hilanîne. Di pêvajoyên nûjenbûna helbesta erebî de, çi qas ku Şakir El Seyab, Nazik El Melayîke û Adonîs her yek qonaxek in, Beyatî jî wisa ye. Di vê rêzê de, yekem wergera Bajar e, ku li dû wê dê çendên din jî werin weşandin! (Wergera ji erebî: Salih Bozan)

H. Kovan Baqî bi xwe mirovekî "mirovbûna wî girêdayî kurdbûna wî ye! bêsiûd e"; Baqî bi xwe yek ji wan çîroknûsan e ku ji gelek kesên me yên ku niha dinivîsin û xwedî çend pirtûkan in kevintir e, lê belê jiyanê rê nedayê ku heya niha çîrokên xwe di pirtûkekê de çapbûyî bibîne. H. Kovan Baqî ku berê çîrokên wî di Azadiya Welat de jî dihatin çapkirin, di "Çîroka Çîrokan" de qala çi dike? Hema bi tenê qala pêvajoyên nivîskariya xwe û jiyana xwe ya birîndar dike. Per û baskên îronî û karesatê gelekî fireh vedike. Ev jî, bi têra xwe balkêş e.

Çîrokên Sîdar Jîr nîşaneyên hewldanên nû yên civakî û mirinên ku gelek caran di nava welatiyên "çi min jê"yê de veşartî dimînin dide. Çîroknûsekî xort î bîst û çar salî, ku di temamê aheng û bastûra pirtûka xwe de bala xwe daye ser mirinên li derdora xwe.

Zimanê kurdî bi deqên cûr bi cûr xwe di gelek waran de diceribîne, dixwaze -bi devê nivîskêr- xwe li sembol û nîşaneyên kurdewarî biceribîne, yên ku bi navên cin û perî, pîrebok, mêrê şevê an jî reşê şevê di binê hişê her kurdekî de hatine neqişandin. Çîrokên Karaaslan xwendevanên kurd vedixwînin qonaxên wiha hişober.

Mem Bawer bi dîwana xwe ya pêşîn dil heye -bi destpelinkî be jî- dema xwe û bajarê(n) xwe nas bike. Di dilê xwe de dibêje, ditewirîne, wekî hemû helbestkaran, ya mayîn ji xwendevanê xwe re dihêle; ji wî/ê xwendevanî/ê re, ku dê bikaribe bi van helbestan êvarên bajarê(n) xwe hembêz bike.

Cemîl Denlî heya niha -çapbûyî çapnebûyî- ji fransizî tiştin wergerandine kurmancî, lê -mixabin- di ber re jî carinan helbest nivîsandiye, helbestkarî ji xwe re nekiriye derdeserî. Lê bi vê dîwana xwe ya pêşîn Denlî bi me dide zanîn ku wî di maweya deh salan de, di hemû qonaxên xwe yên mişextiyê û derbederiyê de kêm nivîsandiye, lê derdê xwe parzûnandiye; ew derdê wî yê ku derdê me hemûyan e.

ji nirxandin.com