Samî Hêzil

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Samî Hêzil ( z. 1975 li Setmanis, Wan , Bakurê Kurdistanê ) nivîskar û wergêrekî Kurde.



Jiyan[biguherîne]

Samî Hêzil sala 1975’an de li gundê Setmanisê yê Wanê ji dayîk bû. Ew di sala 1999’an de Beşa Ziman û Wêjeya Îngilîzî ya Zanîngeha Yüzüncü Yılê ya Wanê kuta kir. Hêzil ji salên 2000’an û vir ve ye ji zimanê Îngilîzî helbest, roman, kurteçîrokan û berhemên zanistî werdigerîne Kurdî. Di kovarên wêjeyî û zanistî yên wek Jiyana Rewşen, Zend, W û Tabularasayê de nivîs û wergerên wî hatine weşandin. Li sazîya Kurdî-Der’ê Şaxa Wanê dersên wêjeya Kurdî dide. Beşdarî panel, konferans û komxebatên der barê ziman û wêjeya Kurdî de bûye. Bi Kurdî kurteçîrokan û berhemên lêkolînî dinivîse. Hêzil bavê keçekê ye û li Wanê dijî.[1]

Berhemên wî[biguherîne]

  • Werger: Qelareşk û Bîst Helbestên Din, Edgar Allan Poe, helbest, Weşanên Bajar, 2004
  • Serpêhatiyên Ulysses, Charles Lamb, roman, Weşanên Lîs, 2010
  • Prensê Bextewar, Oscar Wilde, kurteçîrok, Weşanên Sîtav, 2015
  • Sînematografî, Blain Brown, sînema, Weşanên Komeleya Akademîya Sînemayê ya Rojhilatê Navîn, 2016
  • Belgefîlm, Erik Barnouw, sînema, Weşanên Komeleya Akademîya Sînemayê ya Rojhilatê Navîn, 2016
  • Lêkolîn û gotar: Kurte Wêjeya Kurdî, Weşanên Sîtav, 2015



Çavkanî[biguherîne]

  1. http://www.kurdilit.net/?p=2715. Missing or empty |title= (help)