Xêza navneteweyî ya guhertina demê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xêza navneteweyî ya demê li ser qincoka 180an

Xêza navneteweyî ya guhertina demê yan jî xêza navneteweyî ya demê sînoreke navbera navçeya saetiyê de ye, ko ji bo diyarkirin li kû roj dike dest pê bike û li kû jî dike dawî bide ye. Ewê li derûdorê qincok 180an di Okyanûsa Mezin de ye. Li rojhelat û rojava yê wê xêzê 24 saet (UTC-12 û UTC+12) cûdayî he ye.

Gerek bûna xêza navneteweyî ya demê ya herî pêş de, paş Ferdinand Magellan derûdorê dinê re zivirî şinda derket. Ew 1519an de li Spanyayê derket û 1521an de dîsa hata Spanya. Kingê ewna gihîştinê Spanya dema wan di gerê xwe de berisandînî û dema li spanya de ciyawazî he bû. Lê gorî wan pir baldar dem berisandi bûbû gerek tu ciyawazî tune bû ye. Ji bo dinê gindor bû, û him rojava de him jî rojhelat de mirov dikane dor dinê re bizivîre ew xêzedema girîng e. Jules Verne jî di pirtûka xweya navdar de Le tour du monde en quatre-vingts jours (80 rojan de derûdorê dinê re zivirîn) li wê gelşe behs dikê.

Cihê Xêza navneteweyî ya guhertina demê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xêzedema Guhertinê li ser Okyanûsa Mezin e. Eger mirov Okyanûsa Mezin rojava de derbaz bike, divê ku rojakê kêm bika, an jî rojhelat de derbaz bike divê ku rojakê veser bike.

Qincoka 180an derve Nîvgirava Tşuktşen, ya Rûsya ye, li ser Okyanûsa Mezin e. Lê ji bo ew wek hin derên dina Rûsya di UTC+12 de ye, ew li rojava xêza navneteweyî ya demê dikeve.

Hin Komgiravên di Okyanûsa Mezin de bi qincoka 180an tê par ve kirin. Giravên Aleuten li herdu hêlan xêzedema guhertinê dikevin. Lê ji bo ewna bi gîşkê UTC-10 de ne, li rojhelatê xêza navneteweyî ya demê dikeva ye. Wek wê hin Komgiravên Zelanda Nû de hat avêtina rojavaya xêzê.

Gelek demê, dema mêtingeha Brîtanya bû, Kiribati bi xêza navneteweyî ya demê dihat par ve kirin. Paş serxwebûn dest xwe xwist şinda, di 1995an de xêza navneteweyî ya demê ber va rojhelat de defand û li rojavaya xêza navneteweyî ya demê ma. Ji bo wê hin giravên Kiribati herî pêş de dest bi roj dikin. Ji bo sala 2000an girava Eiland herî pêş de piroz kirî, li wê demê şinda hat bi Girava Millennium nav kirin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]