Xan Ehmed Xanî Gêllanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Xan Ehmed Xanî Gêllanî (bi farisî: خان احمد خان گیلانی‎, 942–1005 k.m) dwayîn karkiyay xanedanî kiyayiyekan le gêllan bû. Le yek sallî da û le dway mirdinî bawkî Karkya Sulltan Hesenî duwem be hikûmet geyîşt, heta 985î k.mi beser byepîş û paşan gişt gêllan hikûmetî kird. Be firmanî şa tehmasb mezhebî dwazde îmamî le birrîy zeydye dana, bellam katêk destî be peywendî girtin legell usmaniyekan kird û wîstî bo pelamar bo qezwîn, serbaz binêrête şîrvan û lahîcan, leber çawî şa kewt. Lem salleda be firmanî şa tehmasb gîra û le qellakanî qehqehe û îstexir zîndanî kra. Le 975î k.m û le serdemî sulltan mihemmed xudabende berbû û dîsan be hikûmet geyîşt. Hêzekanî şa ebas bo zalbûn beser awrîşim û şwênî cugrafîy taybetîy gêllan û kotayî pêhênan be hikûmetî xan ehmed xan ke drêjey be peywendîy legell usmaniyekan dabû le sallî 1000î k.m pelamaryan birde ser gêllan û xan ehmed xan ray kirde şîrvan. Xan ehmed xan paşmawey jiyanî xoy le estembull û bexday usmaniyekan rabward û peleqajegelêkî bêsûdî bo gerranewe bo hikûmet kird. Le sallî 1005î k.m le bexda koçî dwayî kird û le necef nêjra. Le xan ehmed xan wekû siyasyekî zêdexwaz, jîr, ajaweçî, tollestên, dillçerrên û şa'îrêkî terrdest û hogrî mosîqa bas kirduwe. Derbarêkî hunerperwery hebû û şa'îran, mosîqajenan û zanayanêk wek fexfûr lahîcîy şa'îr û ustad zeytûn çehartarîy mosîqajen le xizmetî da bûn.

Serçawekan[biguherîne]

Ev gotar ji agahiyên naveroka vê guhertoya, gotara wekhev a li ser Wîkîpediyaya farisî pêk tê.