Xavlêcan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xavlêcan

Xavlêcan (alpinia officinarum), ji famîleya zencefîlan (zingiberaceae) ye. Welatê wê Hindistan, başûrê rojhilata Asyayê ye. Bi qasî 30 cm bilind dibe, kulîlka wê spî an helesor e. Di xwarin û tenduristiyê de tê bikaranîn. Yek ji biharbêhnên pêjgeha kurd e.

Dişibe zencefîlê (zingiber officinale) lê tehma wan ne yek e. Xavlêcan tehl e.