Xamûr
(Ji Xemûr hat beralîkirin)
Navçeya Xamûrê Hamur | |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Agirî (parêzgeh) |
Serbajar | Xamûr |
Qeymeqam | Murat Karasu |
Hejmara bajarokan | 1 bajarok |
Hejmara gundan | 46 gund |
Gelhe (2020) | 19.975[1] kes |
Rûerd | 898[2] km2 |
Berbelavî | 25,5 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2020) | 3.307 kes |
Koordînat | 39°36′36″Bk 42°59′26″Rh / 39.61000°Bk 42.99056°Rh |
Bilindayî | 1675 m |
Koda postayê | 04850 |
Koda telefonê | (+90) 472 |
Xamûr an Xêmûr an jî He(a)waran, an jî xanwêran (bi tirkî: Hamur) yek ji navçeyên Agiriyê ye. 12 km li başûrê Agiriyê dikeve. Rûber 898 km², bilindahî ji rûye avê 1.675 m ye. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye. Li herêmê gelek madenên binerdî hene û ji aliyê fîrmayên dûgela Tirk ve tên bikaranîn. Mixabin ji vê dewlemendiyê gelê herêmê sûd wernagire. Gelê herêmê xizan e. Gel ji xeynî karmendên KT, bi tevahî ji kurdan pêk tê. Dîroka herêmê ji ya Kurdistanê ne cudatir e.
Dengbêja navdar Gula File ango Gulê keça keşîşê Xamûrê li vî navçeyê bû. Gulê û Evdalê Zeynikê li vê derê ji hevudu re kilam gotin.
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Kumbeta Îbrahîm Paşa (kurê Îshaq Paşa)
- Kela Şoşikê
- Kela Hewaran
- Şikefta Hewaran
- Çemê Xêmûrê - Çemê Sêwiyan
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]