Xezala Warê Germiyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Xezala Warê Germiyan pirtûka Zeynel Abidîn Han e. Ev pirtûka helbestan li Berlîn ji nav Weşanên Han derketiye. Helbest ji 2 beş, 12 helbest û 112 rûpelan pêk tê.

Navê beşa yekemîn „Nemamî Xendekanît“, navê beşa dûyemîn jî „Xezala Warê Germiyan“ e. Du taybetiyên vê pirtûkê yên balkêş hene; yek ji van, ev e, ku sê zaravên kurdî jî di helbestan de hatine bikaranîn (Kurmancî, Soranî û Kirmancî). Yanê ev dîwan ji her sê zaravên me yên xweşawaz pêk dihê. Beşa yekemîn ji helbestên serbest pêk dihê û tê de 11 helbest hene. Beşa dûyemîn, nêzîkî nîvê pirtûkê ye, hemî ji helbestekê pêk dihê. Navê pirtûkê ji navê vê helbesta dirêj hatiye danîn; ev helbest wek çîrok-helbest e. Zeynel Abidîn nivîsandina çîrok-helbesteke nûjen ceribandiye. Di vê çîrok-helbestê de jî helbestvan sê zaranan carina ji hev cûda û carina jî di nav hev de bi kar anive; bo nimûne di beşa dûyemîn de du rêz yek bi Soranî û yek jî bi Kirmanckî nivîsiye: „Ti şiya, ezîk mendo, zerê mi zê adirî wêşeno / Aya to ezanî, jiyan niye, dozex e jiyanî bê to!“ Îdîaya serkeftinê cûda ye, êdî ew dimîne li ser xwendevanên pirtûkê, lê bi rastî sê zaravên me yên xweşawaz, bikaranîna wan di nav helbest yan jî dîwanekê de, berî her tiştî ji çav, guh û dilê mirov re baş dihê. Û her wiha ceribandineke bi nirx e, dijwar e û ked dixweze. Fermon, çend helbestên ji pirtûkê jibo we birêzan hatiye pêşkêşkirin:

Sikalay keçêkî Kirmanc le Xiwa!

Xiwaye, lebûnî xoşewêstî man kem mekey û biryarî minalaneyî nawaxin man meyîdey dest nahezan, ke ewaney be jan û giriyan man to etpersiten.

To gewre yî û gewrebûnit zor hêja ye, ewende hêja ye, ke le katî gewrebûn lêt weregrîn, minalîbûnî xodman ekûjîn, xoşewêstî ekûjîn û ebîn be bendeyî gewrekan. Çikolanej bê, cîge le xoşewîstî, aya bûnêkîtir man heye?

Lê man gerê, ba bemînalî man bijîn û le rêgayî gewrebûn da biryarî xoşewîstî xomanî heta hetayî qurbanî medeyîn. Lê man gerê, ta ew laşe let kirawa man be şimşêrit, serlen nûwê yek bigirin û bebin be yek. Xo to wat nekirdibû?

Berbesyîşa jî cêneke Kirmanc Heq ra

Heqo, to heskerdena ma kêm meke û qerarê domananiya zerê ma nedeyî destê neyaranê ma ke, ê to ebê berbeyîşa ma tesdîq kenê.

To girs a û girsbiyona to zaf hêca ya, hên hêca ya, ma waxta ke girsbiyonê to ra bicême, domananiya xo kîşenemê, heskerdena xo kîşenêmê, û benîmê koleyê mordemanî girs… Qiçik bî kî, kamce wayîrê ma yî raşt esto eger heskerdena ma nebê…

Ma caverde Heqo, ma domananiya xo zê xo jiyan bikemê û rayê girsbiyonê ser de qerarê evîna xo ya evrayî feda nêkêmî. Ma ca verde, gowdê ma ki ebê şûrê to biyo du qet, sebeno, jû bîn bifetelê û onca biberê jû? Ma ti kî hîn nîkerdîbî?

Xezala Warê Germiyan

3 Zagros dilşad e çima, nizane lê gelek dilşad hem jî bi hêvî qasî ku bêjî û nebêjî hêvî û evînê daye pala xwe gula sor pêçaye nazik, narîn û lerzîn mîna zilfên Xezalê li nav Ala xwe…

Ala Rengîn Zagrosê sar û çetelên cemedê bi te re xweşmêr û daîm bê perwa şervanekî lezgîn heta hetayî ez ê bi tenê min bibe bigîhîne secdeya rojê li ser dilê min agir ne henasên Xezala min disojê.

Zagros dimeşe dihê ber çiyê roj hîna roniya xwe nedaye siyê. Çiya, sar çiya, tarî pezên şiwanê bajar tî û birçî ne. Payîz e, payizeke bi keder li ber çiyê li binê zinarekî şiwanekî dilsoz şivanekî qemer hîna niviyayê.

Dihê ber serê Şiwan „Lo Şiwano, rabe pezên te birçî ez ê westiyayî ma kîjan bê bext dilşad û azad be li vî çiyayî?”

„Ew ez im û tu yî hey Xerîb,“ dibêje Şiwan, „eger şîr dixwezî wele min guman nîne tasek şîr jî bi min xenîm be. Na eger bêjî li rojê digerim roj li berev hilatê êdî roj nîne dema rojavayê hem roj bi xwe ye hem jî li serejorê zinaran li benda evîneke dilwêran Xezaleke çavşîn li bendê dimîne…

4 Bihar e bihar li ber şaxên wî alî, meha Avrêlê jîn û jîndarî dewr û ber, kesk û şîn kolanên bajarî ron mirovên bajarî bi ken û dilşad baran dibare hêvî şîn dibin evîn gêş dibin

Zagros di nav jiyaneke derya şîn de deryaşîna xwe digere kûçe bi kûçe tax bi tax Avrêl mîna giriya Xezala wî dibare…

Mi kilîdê koyî kerdo vîn Lê ez to ra hesken, her daîm Dengbêjekî ji Dêrsimê disitre dûrîka wî birîndar ji nav kolanên bajarî, disûje û diçe Xerîb teniya û bê xem mirinê difikire mirineke asan û bê deng ma ew ne sitrana wî bû şervanê kevin, dildarê nû bê kilîdê koyî şervanî çi ye, îsyaneke şerm dikeve dilî sêyîdekî dîn, bi gazind, bi gilî li Koyê Mûnzûrî kilîda xwe digere Xerîb, li Xezala xwe li vî bajarî…

Bê hay û bê hemdê xwe dihê ber meyxaneyekê, ji her miletî derdkêş hene dipeyîvîn, dipeyîvin, vedixwin dengê sitraneke xemgînî dihê ji aliyekî ve, wêneyekî li ber dîwarê guşe bi cil û bergên Soran şervanekî siwar bi hespê kûmet li Berde Qereman banga Şêx Mehmûdê Berzencî dike “Canfîdayî birînekanî tom Şêxî gewrem, fîdayî giyanî nemirdekan…” . Li guşê rûdine pala xwe didiyê dîwar dîwara şervanê Soran keçikeke çawşîn tu dibê Xezal e tê li pêşwaziyan çavên keçkê hêşîn hêşîn dibiriqin dikenin, bi girnijîna derya mawî gulkeneke delal:

„Be ser çaw“ dibêje bi dengekî nermîn û viyan tijî xoştameke ji ava zelal Xerîb, ji xwe derbas bûye bi halekî mirî ji dilşadiyê ji hemî hestên jiyandariyê meyekê dixweze meyeke sor ji deşta Geverî…

Sitranekê bipel dibe sitraneke Serhedî, mîna giriyên bêhêviyan hêdî hêdî û zirav diherike ser dilê herdu dildaran… Va dîsa bû şev xewa min nayê Van şevên tarî dawî lê nayê (*) Bi badeheke din Xerîb ne sitran diherike mey diherike Xerîbê destana me bi hesteke ne nas bi xemeke bê hesab ji nav dil û cergên xwe daxwezekê dike:

„Şeraveke din dixwezim 

Gulkena delal, bi dûrîkeke ji îşq û jana xezalan…“ Delal mehçûb, xende û adan mîna ku Xezal serê xwe dihejîne, bejna xwe dihejîne sitran dest pê dike rihê Xerîbî dihejîne:

Min dît Xezal xoşevînê Min dît çavên deryaşînê Bi ro bi şev jan bikêşim Minet nîne ji mirinê

Min dît Xezal xem digîrî Dil bi kerb e, çav hêsîrî Çavên hêşîn bes bikenin Can fîda be ez ê mirî

Min dît Xezal viyan tijî Xema işqê, dil disojî Min tu divê yara delal Ez ne, tu vê îşqê bijî

Min dît Xezal xem dinêre Rûyê heyvê sor dibire Şev dirêj in, jiyan pir kin Were umrê me dibure

Min dît Xezal êdî nayê Dil dibêje li min wayê Nebûna wê bûye agir Li nav cergê min berdayê

Rindê, Rinda warê dûr, ji dûr ve bi coş û heyecan ji nav çavên xwe çavên derya mawî ji nav cergê sûtayî mina camekî şikestî li nav çavên Xerîbî dinihêre Xerîb dibe dewran…

Navê rindê, Xezal çavşîneke deryayî, aveke zelal ne ji vî şarî, ne ji van deran ew jî xerîb ji awirên Xerîbî ji awirên bi îşq ketiye bê hal bi hesteke diljan neçar maye dilerize mîna pelên biharê Xezala warê Germiyan...

Xezala Warê Germiyan/Zeynel Abidîn Weşanên Han-2008/Berlîn ISBN 978-3-940997-07-4 Bi tevî bihayê postê: 7,00 € Navnîşana daxwezkirinê: han-grafik@hotmail.de

www.kurdistan-news.net

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]