Zeynel Abidîn Han

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zeynel Abidîn Han
Jidayikbûn1961
Qilçix, Gimgim, Mûş
Mirin26ê sibata 2020an
Berlîn, Almanya
Zimanê nivîsinêKurdî
NeteweKurd
Berhemên navdar
biguhêreBelge

Zeynel Abidîn Han an Zeynelabidîn Xan (jdb. 1961, li Qilçixa Gimgimê (Mûş, Bakurê Kurdistanê) - m. 26ê sibata 2020an, li Berlînê, Almanya), nivîskar, helbestvan û weşanvanê kurd bû.

Li gel weşangeriyê di salên 1985-89 an de li Enqerê di zanîngeha Ziman-Dîrok û Cografiyayê de felsefe xwendiye û dû re bi demekê ve mamostetiya felsefê kiriye. Pişt re ji ber sedemên siyasî mecbûr maye û derkeftiye Ewropayê. Li Berlîna Almanyayê di sirgûniyê de dijiya [1] Girêdana arşîvê 2010-12-29 li ser Wayback Machine.

Han li gundê Gimgima Mûşê Qilçixê (bi tirkî navê wê kirine Aydınpınar) ji dayîk bûye. Ji ber ramanên xwe yî kurdewarî gelek caran ji aliyê dûgela Tirk ve hatiye zîndanîkirin. Bi zaraveyên kurdî kurmancî û dimilî (kirmanckî) û zimanê tirkî helbest û nivîsarên xwe dinivîsîne.

Zeynel Abidîn Han demekê li Berlîn edîtoriya Weşanên Evra kir. Weşanên Evra di navbera salên 2003-2007 de kar kir û gelek berhemên kurdî weşandin. Weşanên Evra jiber sedemên aboriyê karên xwe da rawestandin. Di sala 2007an de kurê Zeynel Abidîn, Gazîn Onur Han, dest bi karê weşangeriyê kir û Weşanên Han damezrand. Weşanên Han jî gelek berhemên kurdî, telîfî û wergerî afirandin. Baskên Şikestî, Pêyamber (Xelîl Cibran), Gulistan (Şîrazî), Navên Kurdî (Hûsên Kartal), Xezala Warê Germiyan, Eniya me ji agir çi caran nexeyîdî (Zeynel Abidîn), Dîroka Împeratoriya Med (Ayhanê Bêrtî) ji van hinekan in. Zeynel Abidîn vê gavê li gel kurê xwe kar dike û edîtoriya Weşanên Han dike. Di sala 2015an de dest bi edîtoriya Kovara Xwenasê kir.

Di 26ê sibata 2020an de li Almanyayê wefat kir.[1]

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wergerên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Kürt yazar Zeynel Abidin Han yaşamını yitirdi". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2022.