Yûsif Siltan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ûsiv Siltan an jî Yûsuf Soltan damezranêrê Mîrgeha Bocnûrdê û bavikê ezbeta îlxanên êla Şadlû.

Dema akincîkirina kurdan li Xorasanê Şah Ebas Sefewî, Şah Elî Xan ji êla Çemişgezegê dike serdarê (êlxan) êlên kurdên akincî û waliyê Qûçanê. Piştê çend salan dubendî dikeve navbera Şah Ebas û peyrewê wî Şah Elî Xan û ev ji serdariya êlê tê girtin. Şûna wî de di sala 1627'an de Şah Ebasê Sefewî, Ûsiv Siltan, ê ku bi eslê xwe gurcî bû ye û di qesra şah de mezin bibû ye, tayine serdariya êla Çemişgezegê û walîtiya Qûçanê dike. Ûsiv Siltan her çiqas di fermî de serdarê êlê ve jî, kurd vî wek serdar qebûl nakin û malbata Zaferanlûyan, a Şah Elî Xan wek serdarê xwe dihesibînin. Di vê deme de bi kirarî du serdarê êlê hene. Ûsiv Siltan paşê bi pîrekeke ji eşîra Şadî re dizewice û Neynikxanê dike navenda malbata xwe[1]. Parçebûna êla Kurdên Xorasanê di vê sedema kargêriyî de ye. Parçeke Çemişgezegan li pêyê Ûsiv Siltan diçin Neynikxaneyê, ên din li Qûçan dimînîn. Ên Qûçanê yên ku xwe li malbata Şah Elî Xan dikîşînin ji vir şûnda de êla Zaferanlû, ên ku koçberê herêma Neynikxanê dibin û bajarê Neynikxanê avadikin jî êla Şadî (an jî bi paşgira tirkomanî -lû, Şadlû), pêk tînin[2]. Ezbeta Ûsiv Siltan, a Mîrgeha Bocnûrdê, qasî 200 salan li Neynikxaneyê serdarî kirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Martin van Bruinessen: Agha, Scheich und Staat - Politik und Gesellschaft Kurdistans. editionParabolis, Berlin Neuauflage 2003, r. 231-234
  2. ^ Iranica: Bojnurd