Şah

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şah
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Şah an jî şa ji bo kesên an monarşên mêr dihêt bikaranîn. Ev nav bi gelemperî ji bo monarşên îranî hatiye bikaranîn.

Dîroka peyva şah[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev peyv di hemî zimanên îranî da heye: bi kurdî şa an şah, bi farisî شاه (shah). Ji ber desthilata bilinda zimanê farisî li Rojhilata Navîn û Nêzîk û zirparzemîna Hindê, gelek ji netewe û gelên dî jî ev peyv jibo şahên xwe bikaranîye.

Koka vê peyvê di zimanên îranî da ji kevin were heye. Bi zimanê farisiya kevn ev peyv Xşayath[çavkanî hewce ye]. Di zimanê Avestayê da peyva şah bi xwe nîne, lê bi rêya gîrek anko prefîksa xši- anko desthilatê dihêt dîtin. Di zimanê pehlevî da wekî peyva xšāyaθiya (xşayatîya) û di zimanê sanskirît da wekî क्षत्रिय (kšatriya) hatiye. Her ev peyv bi awayê krasthai di zimanê yewnanî da bi ramana vegirtin an dagîrkirinê hatiye. Peyva pehlevî ya bi ramana welat anko wîlayetê kshathra jî ji vê peyvê nêzîk e. Li dema desthilatdarî ya yewnaniyan li Îranê û Kurdistanê peyva kshathrapavan anko kshathravan, kesê ko kshathra yî diparêzit bi awayê Satrap hundirî zimanên Yewnanî û Latînî bû.

Di dîroka kevin a kurdan û neteweyên dî yên îranî yên mîna farisan da, carina jibo rêzgirtineka zêdetir ji şahan ra gotîye Şahan Şah anko Şahê Şahan. Ev zarav li dema hexamenişiyan anko exmîniyan da wekî xšāyaθiya xšāyaθiyānām hatiye. Di zimanê farisî da ew zarav kurt kiriye û niha dibêjin Şahenşah (شاهنشاه), anku şahînşah.

Di kurdî da peyveka dî heye ko gelek ji vê peyvê nêzîk e: peyva duramanî ya paşa. Di farisî da ev peyv wekî padêşah (پادشاه) bikar dihêt. Du raman jibo vê peyvê berhoz in. Ramana yekê ew e ko gelek caran ji bo Şahên neteweyên ne-îranî anko Enîranî peyva padêşah anko dijberî Şahî dihat bikaranîn. Bi vê ramanê şaş e ko peyva padêşah jibo Şahên Îranî an Kurd bihêt xebitandin. Bi awayekê dî mirov dikarit bibêjit ko peyva padêşah tenê jibo Şahên nehezkirî, çi îranî bûbin çi bîyanî, li kar bûye. Ramaneka dî anko şiroveyeka dî jibo peyva paşayî di zimanê kurdî da reng e ramana paşî Şahî anko piştî Şahî bûbit. Ev raman nemaze li çaxên navîn û dema desthilatdarî ya mîr û şahên biçûk da zêdetir belav bû.[1] Piraniya waliyên osmaniyan pêşnavê paşa hebû. Mirov dikarit bibêjit ko bi herdu ramanan ew paşa bûne: neîranî bûne û li piranî ya caran jî delîveya hindê hebûye ko piştî mirina şahî an siltanê Osmanî bibin şah an siltan.[2][3]

Peyva Şahbanû ji bo monarşên jin an jî kebanî yên monarşên mêr dihêt bikaranîn. Şahzade jî ji bo lawên Şahan dihat bikaranîn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ ↑ The King Isn't Dead After All! The Real Meaning of Shah Mat or the Lesson of the Commode (Memento vom 16. Juli 2011 im Internet Archive), Jan Newton, GoddessChess.com, September 2003
  2. ^ Vgl. Christian Bartholomae: Altiranisches Wörterbuch. Trübner, Straßburg 1904.
  3. ^ ↑ Catherine Legrand, Jacques Legrand: Shāh-i Īrān. Creative Publishing International, Minnetonka MN 1999, ISBN 0-86573-500-X, S. 90, (farsi edition), (bānū bedeutet Dame, Herrin oder Prinzessin).