Yanka Kupala
Yanka Kupala Я́нка Купа́ла | |
---|---|
![]() Yanka Kupala | |
Jidayikbûn | 7ê tîrmeha 1882an Wyazînka, nêzîkê Mînsk |
Mirin | 28ê hezîrana 1942an (59 salî) Moskow (Rûsya) |
Pîşe | Helbestvan û nivîskar |
Netewe | Belarûsî |
Şanenav | ![]() |
biguherîne![]() |
Yanka Kupala (* 7'ê tîrmehê 1882 li Wyazînka, nêzîkê Mînsk; † 28'ê pûşperê 1942 li Moskow, navê berê Îvan Damînîkavîç Lusevîç) dramatîker, weşanger, wergervan û helbestvanê neteweyî yê Belarûsê ye. Bi tevî Yakub Kolas û Maksîm Bahdanovîç di hişyarbûna neteweyî ya belarûsiyan de roleke sereke lîstiye. Bi belarûsî ji vê pêvajoyê re Ji nû ve bûyîn (Адраджэнне) dibêjin.
Zaroktî û ciwanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Di malbateke xizan de tê jiyanê. Dema dibistana amadeyî ya gel bidawî dike, di karên cuda de dixebite. Salên 1903/04'ê de yekem car bi polonî helbestan diweşîne. Yekem helbesta wî ya bi zimanê belarûsî di kovara Naşa Nîva de tê weşandin.
[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Sala 1908'ê diçe Vîlnayê di redaksiyona Naşa Nîvayê de dixebite. Helbestên wî di kovarên cuda de tên weşandin. Bi hatine şoreşa Bolşevîkan re demên dijwar jî destpê dikin û ew jî para xwe ji viya digire.
Di şerê cîhanê yê I de wî digirin eskeriyê û di avakirina rê û kolanan de dixebite. Sala 1919'ê diçe Mînskê, dikeve xebata avakirina şanoya neteweyî ya belarûsî, zanîngeha dewletê û akademiya zanistiyê. Heman salê yekem hejmara rojnameya Звон (ku.: Cangoçk)ê dertînin ku gerînendeyê giştî yê weşanê Kupala bû. Heya sala 1926'ê di gelek kovar, rojnameyan de dixebite yan wan dertîne. Ew herwiha berhemên navdar ên cîhanê jî werdigerîne zimanê belarûsî.
"Ji nû ve bûyîn"[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Sala 1930'yê êdî ew û hevalên xwe bala xwe berdidin serxwebûn û azadiya Belarûsyayê. Di berhemên xwe de pêvajoya "ji nû ve bûyîn"ê tînin ziman. Rêxistineke polîtîk jî dadimezirînin lê biser nakevin. Kupala carekê dixwaze xwe bikuje lê namire.
Dawiya temenê xwe de li Kazan a nêzîkê Moskowê dijî. Di hotêlekê de ji pêpelûkan dikeve, jiyana xwe jidest dide.
Girêdan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Kurtejînenîgarî ji slounik.org
- Jînenîgarî[permanent dead link] di Ensîklopediya Mezin a Sovyetê de
- Berhemên bijartî Archived 2010-08-20 at the Wayback Machine (be/en/ru/ua/)
- Weißrussische Anthologie - Ein Lesebuch (de/be)