Here naverokê

Komara Sovyet a Sosyalîst a Belarûsê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Komara Sovyet a Sosyalîst a Belarûsê

Беларуская Савецкая Сацыялістычная Рэспубліка
Беларусская Советская Социалистическая Республика ru

1922 – 1991

Al

Nîşan
Sirûd: Sirûda Belarûsê
Agahiyên gelemperî
PaytextMînsk
ZimanBelarûsî û Rûsî
DemUTC + 2
Gelhe
198910.151.806
Dîrok
• Sazbûn30ê kanûna pêşîn 1922
• Belavbûn26ê kanûna pêşîn 1991
Rûerd
Rûerd207.600 km²

Komara Sovyet a Sosyalîst a Belarûsê (belarûsî: Беларуская Савецкая Сацыялістычная Рэспубліка, rûsî: Белорусская Советская Социалистическая Республика) li 1ê kanûna paşîn 1919an de hatibû sazkirin. Demeka kurt pê re jî ew bi Lîtvanyayê ve bû yek û wan tev bo demeka kurt Komara Sovyet a Sosyalîst a Lîtvanya-Belarûsê pêk anîn. Di sala 1922an de KSS ya Belarûsê teva YKSS bû û heta ko ew di 1991ê de belav bû teva wê ma. Di 1991ê de Belarûsê serbixweya xwe ji YKSS da zanîn.

Wexta Şerê cîhanî yê duyem de navbera salên 1941-1944an de Komara Sovyet a Sosyalîst a Belarûsê di bin bindestiyê nazîyan de ma. Di dema wê bindestiyê de wê zirarên mezin dîn û nêzî 2,5 milyon qeyb dan.

Alayên Komara Sovyet a Sosyalîst a Belarûsê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]