Yasmîn Levy
Jump to navigation
Jump to search
Yasmin Levy (di 23ê berfanbara 1975an de li Orşelîmê ji diya xwe bûye) stranbêjeke sefardî ji Îsraîlê ye.
Keça Yitzhak Levy, lêkolînerekî li ser muzîka sefardî û cihûyên Portûgalê ye. Di stranên wê de enstrumanên wek gîtara îspanyolî, ud (enstrumaneke farsî [çavkanî hewce ye]), viyolîn, cello, perkusyon û piyano têne bikaranîn. Bi albuma xwe ya yekê a bi navê „Romance & Yasmin“ (stranên ladîno) ku di sala 2000an de derket, Yasmîn Levy di sala 2005an de wek berendam ji boy xelata BBC World Music Awards 2005 hate bi nav kirin. Albuma wê ya duwem di sala 2005an de bi navê „La Judería“ derket. Strana wê ya bi navê„Mano Suave“ di sala 2008an de derket.
Dîskografî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- 2000: Romance & Yasmin
- 2005: La Judería
- 2006: Live at the Tower of David, Jerusalem
- 2008: Mano Suave
- 2009: Sentir
Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Malpera wê ya fermî Girêdana arşîvê 26 sibat 2009 li ser Wayback Machine (i îngilîzî)