Yekîtiya Xwendekarên Kurd ên Norwêcê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Yekîtiya Xwendekarên Kurd ên Norwêcê (bi norwêcî: Kurdisk studentforening i Norge; KSFN) di sala 2004ê de hate damezrandin. Komele temsîla xwendevanên kurd, ji her çar beşên Kurdistanê, bi hemî rengên xwe dike.

Fikra damezrandina komeleya xwendewanên Kurd demekî dirêj li nav xwendevanên kurd li Zanîngeha Osloyê hebû, lê belê heta meha sibatê a sala 2004an ti kesekî gavekî neavêtibû. Bi serkêşîya çend xwendevanên kurd ên li UIOyê (Zanîngeha Osloyê) civînekî hevbeş ji bo xwendevanên Zanîngehê Osloyê û dibistanên bilind ên li Osloyê hate lidarxistin, û komele jî herwiha li Osloyê hate damezrandin.

KSFN piştgirîya çi partîyen sîyasî û oldarî nake, xwe bêalî dibîne. Endamtiya Komeleyê, ji bo hemû xwendevanên kurd ku li zanîngehan û dibistanên bilind dixwînin vekirî ye.

Armancên Komeleyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Komeleya xwendevanên kurd dixwaze motîvasyona xwendinê zanîngehê li nav xortên kurd zêde bike.
  • Armanca Komeleyê ev e ku hem ji bo xwendevanên zanîngehê û hem jî ji bo xwendevanên dibistanan saziyekî sosyal bibe.
  • Armanca Komeleyê ev e ku KSFN li ser hemû komeleyên xwendevanên kurd li Norwêcê bikin komeleya navçeyî.