Zimanê norwêcî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Zimanê norwêcî
norsk
Welatên lê tê axaftin  Norwêc
Axiverên zimanê zikmakî 5 mîliyon
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Kodên zimanê
ISO 639-1 no
ISO 639-3 nor

Zimanê norwêcî zimanek ji tayê zimanên germanî yên bakurî ji binmalbata zimanên germanî ji zimanên hind û ewropî ye. Ew zimanê fermî yê welatê Norwêcê ye. Ev ziman digel du zimanên dî yên Skandînaviyayê (swêdî û danîmarkî) berdewamiyeka zimanî pêkdiînit ko hersê bi hevra jibo axivtinkerên wan dihên fehmîn. Anko, bi awayekî an yê dî, axivtinkerên van hersê zimanan ji hevdu difehmin. Lê du zimanên dî yên Germanî yê Bakurî, anko feroeyî û îslandî, bi aqarekê dî da çûne û ji aliyê van hersê zimanên dî bi başî nahên fehmîn.

Li welatê norwêcê du awayên cida ji zimanê norwêjî yên fermî jibo nivîsînê hene: bokmål (bi gotineka dî "zimanê kitêbê") û nynorsk ("norwêciya nûî). Lê zimanê fermî yê axivtinê nîne û herkesek bi devok anko lehceya xwe diaxivit.

Devoka çînên civakî yên navîn yên bajarên herêmên rojhilatî yên Norwêcê, ko binaxeyê zimanê bokmål bûye, bi awayekê kiryarkî wekî zimanê fermî yê axivtinê dihêt bikaranîn û her ew zimna jî jibo fêrkirina xwîndevanên biyanî bi kar dihêt.

Kortadîroka Zimanê Norwêcî[biguherîne]

Norwêcî, bi teybetî, dîroka wê biqasî ku tê gotin, diçêt at sadsale 9 û hwd. Berê vê demê jî, hinekî weke dîroka pêşîya zimên tê nivîsandin û jê re "Neront(Nørront)" tê gotin. Lê bi teybetî, di sadsale 17. min û 18. min de, pêşketinên mazin û destpêka wê ya mazin tê kirin. Di vê demê de, Bi navê "Landsmolet(landsmålet)" Ev nav, wê bibe navê zaravayê norwêcî ê ku jê re "Nynorsk" tê gotin a. Di sale 1840´an de zaneyên Norwêcî ên weke Ivar Aasen wê li hewîrdora Norwêcî bigirihin û wê Devok û zaravayên ku dihatina axiftin di nava xalkê de, wê qeyd bikin. Piştre bi demekê ya vê gerîna xwe re wê Ivar Aasen, wê "ferhenga Norwêcî" binivîsêne û ev wê temenê Zimanê norwêcî ku di wê demê de jê re "Landsmålet" wê temenê wê biafirêne. Piştre di sale 1850 de Ivar Aasen di pirtûkên bi navê "Zimenê Norwêcî ê ku xalk pê diaxivê giramatika wê(Det norske Folkesprogs Grammatik) " û "Ferhanga norwêcîya ku xalk diaxivin(kom Ordbog over det norske Folkesprog)". Ivar Aasen, xwestibû ku devokê ku xalk diaxivin bike zimanê nivîsandinê. Ji di heman demê de rojmene bi navê "dølen( di sale 1858´an de cara pêşî weşîya û yê ku ew da weşandin jî Åsmund Olavson Vinje bû)" ku bi vê şeklê ku Aasen kifşkirîya di nivîsêne. Ev rojmene, weke ye pêşî jî ya bi norwêcî tê nasîn. Wek Ivar Aasen, Ludvig Kristensen Daa jî rastkirina di zimên û gramatik û nivîsandina wê de li ser kar dikin.

Hingî, hê Norwêc bi Danîmarka ve yek bû. Ku bandûra Zimanê Danmarkî jî li ser heya, awayekî Norwêcî Wê bi navê Norwêcîya nû wê Kjell Venås, wê weke zimanê xwe yê dayikê wê bidest lêkolînên mazin têde bikin. Knut Hamsun, ku xelat Nobelê jî piştre girt, zimanê Norwêcî di temenê nivîsandinê de ku weke zimanê nivîsandinê di pêşxistina wê de rolaka mazin lêyist. Lê temenê Norwêcîya nû ya ku zaneyên Norwîcî ên weke Ivar Aasen avêtin, wê piştre bi ber Bokmol(Bokmål) herê û pêş bikeve. Rojnemaya Norwêcî ku sale 1907´an de bidest weşanê kir Aftenposten. Di pêşketina ziman ya bi vê rengê bokmolê de, wê bandûra wê mazin bibe. Lê bi teybetî li wê Norwêcîya ku pêşket bi vî rengî, weke di destpêkekê di wê de Knud Knudsen Ew norwêcîya wî ya nû ku wî pêşxist, wê biber norwêcîya nû de herê. Piştî ku Ku ji çîna bilind tê Henrik Wergeland ku ji bo pêşxistine wê û lê xwedi derdikeve, êdî ew dibe despêka nû ya di avabûna desthilatdarîya norwêce de jî. Knud Knudsen, bi teybetî li ser dengên ku di gotina bêjeyan de tên derxistin disekinê.

Peter Christen Asbjørnsen û Jørgen Moe li hewidora Norwêcî digerihin û vegotinên ku di nava xalkê de tên gotin li wan dihisênin û wan di nivîsênin. Gotinên pêşîyan li cem xwe qayd dikin. Di demên piştre de jî, wê norwêcî, bi awayekî bokmål´î pêş bikeve. Piştre, di reformên ku tên kirin de, ên salên 1907, 1910, 1917, 1924´ û hwd, wê li ser pêşketina vê zaravayê norwêcî bê sekinî û ew weke zimanê perwerdekirinê were pêş xistin. Pirtûkên xwandin ên perwerdê bi vê tên nivîsandin. Heta ku roja me ku tê, ser sadî heştêyî re norwêcî wê bi vî zaravayî weke norwêcî wê biaxivin.

Beş û zaravayên Norwêcî[biguherîne]

Norwêcî, ji pirr zaravayên pêk tê. Lê zaravayên sereke ên bokmol(bi Norweci: bokmål û ankû bokmaal) a. Ê din jî zaravayê ku bi navê "norwêcîya nû" ku norwêcî jê re "Nynorsk" a. Di roja me de, weke norwêcî zaravayê wî ku herî zêde tê bikarhanîn "bokmål" a.

Bokmol û ankû bokmål[biguherîne]

Ev zaravayê sereke yê ku pirranîya norwêcîyan pê diaxivin, li norwêcî ji aliyê ji sadî heştê û pêncan ve tê axivîn. Weke di roja me de, bûya weke zaravayê navendî di norwêcîyê de.

Nynorsk û ankû norwêcîya nû[biguherîne]

Weke zaravayê berî deme zaravayê bokmolê ya. Hin aliyna ve heta roja me jî li ser Vê zaravayê nîqaş hene. ev zarava, nêzîkî zimanî danîmarkî ya. Di sadsale 18´ min de, norwêcî, bi Danîmarka ve yek bû. Hingî, di deme ku norwêcî bidest pêşketina xwe dike, di wê destpêkê bi vî zaravayî bidest pêşketina xwe dike.

Tîp[biguherîne]

a, b, c, d, e, f, g, h, i, j, k, l, m, n, o, p, q, r, s, t, u, v, w, x, y, z, æ, ø, å

A, B, C, D, E, F, G, H, I, J, K, L, M, N, O, P, Q, R, S, T, U, V, W, X, Y, Z, Æ, Ø, Å

Tîpên Teybet di zimên de ku hena[biguherîne]

  • æ-Æ, "A" ya stûr a. Dengê æ, ji qiriktê derhanîn. Lê di deme dengdanê de, hinekî dirêj û di bin stûrahîya a de jî derdikeve.
  • ø-Ø, weke "û" deng derdixe lê dengê "û" derdixe dengê "ø" jê pirr teniktira. Di hin awayna ku ev deng tê xwandin de, di deme deng derxistin û dirêjkirina wê de weke ku bi zirevî "hû" derdikeve jî dibêt.
  • å-Å, bi dengê ku derdixe, "o" ya lê ev dengê o´yê, hem pirr stûra û hem jî pirr dirêj a. Dengê "å", bi stûrî ji kûrahîya qirikê bi stûrahî û dirêjahî tê derxistin.
  • c, weke ku di ingilîzî de dibê, hem bi weke xwe ku tê nivîsandin li gorî ku di bêjeyan de tê bikarhanîn, di hin bêjeyan de weke xwe "c" deng derdixe lê di hin bêjeyan de jî dengê "sê" û ankû "se" derdixe. Di kinasîya deng de, dengê "sê" derdixe lê di dirêja deng ya di vê rengê de jî dengê "se" derdixe.
  • u, weke "û"´ya di kurdî de heman dengî derdixe.
  • o, dengê "û" derdixe û di dema bikarhanînê de, carna li gorî ku di bêjeyan de tê bikarkarhanîn di hin rewşna de heya ku hinekî dengê wê stûrtir derkeve.
  • j, beremberê "y"´ya di kurdî de ya. Ji dêla "y" di norwecî de "j" dengê wê bi tîpa y tê derxistin.
  • sj, di norwêcî de ku ev herdû tîp têne cem hevdû bi vî rengî dengê "ş" derdixe. Minaq: "sjø" yanî bikurdî "bahr" a. Awayê xwandina wê jî,"şû" ya. Lê di norwêcî de, ku bi heman awayê bi "ş" tên xwandin hin levkirinên din dibin. Minaq: "skj" ku weke "ş" tê xwandin dibêt. Wekî din jî ku bi heman awayê tê xwandin "kj" heya. Minaq, ji bo "kj" bêje "kjenne"; xwandina wê "şenne" ya.
  • gj, weke "y" tê xwandin. Minaq: (bi norwêcî)"gjerne" ya. Xwandina wê "yerne" ya.


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)