Yekbûn (hunermend)
Yekbûn navê bestekar, sazkir û stranbêjeke jin a kurd e ku di 1979an de li Stembolê ji dayik bûye.[çavkanî hewce ye] Ew ji Mêrdînê ye û biçûka şeş xwîşk û birayan e.
Di sala 1989an bi awayekî amator dest bi muzîkê kir, heta sala 1997an bi komek gelek şev, şahî, konser û organîzasyonan de bi awayekî aktîv xebitî. Li Zanîngeha Marmarayê ya Stembolê di beşa Mamostatiya Muzîkê, perwerdehiya deng xelas kir.
Berhema wê ya pêşîn, "Nîrwana" (2002)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 2002yan de bi yekemîn berhema xwe ya solo bi navê “Nirwana” derket pêşberî hezkiriyên xwe. Di vê navberê de tevlî gelek xebatên hunerî bû. Dîsa bi muzîk û vokalîstiyê tevlî xebatên rêzefilmên “Ihlamurlar Altında", "Esir Kalpler û Asî” bû. Li aliyê din reklam û jenerîkên muzîkan amade kirin. Ji bo komên dans, muzîkên taybet amade kirin. Berhema wê bi xwe jî di nava de ji gelek berhemên hûnerî re muzîksazî (aranjor) kir.
Berhema wê ya duyem, "Kejê" (2007)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 2007an de bi duyem berhema xweya hunerî bi navê “Kejê” derket pêşberî hezkiriyên xwe. Ji bo hinek stranan (Were were, Xwezî dîsa, Esir kalpler, Kejê, Yar eman, Nikarim, Haro Baso, Şervana kurd im) klîp kişand.
Ji bo televîzyona Zagros TV li bernameya Mêvan Show derhêneriya muzîkê kir û jenerîk û tûşeyê bernameyê amade kirin. Li TRT Kurdî pêşbaziya deng de "Strana xwe bêje" wek jurî cihê xwe girt. Ser navê Kurdistanê li festîvala Pusan li Başûrê Koreyê bi stranên xwe beşdar bû.
Berhema wê ji bo zarokan, "Zarok" (2013)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 2013 berhemeke ji bo zarokan a bi navê "Zarok" amade kir û li ser iTunes, Amazon û Musicload belav kir.
Berhema wê ya bi navê "Dilop" (2013)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Her wekî din albûma çaran a bi navê "Dilop" him li Başûrê Kurdistanê him jî li Tirkiyê hate belavkirin û du klîb hate kişandin.
Klîp, albûm û duetên wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Klîp
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 2002 Nîrwana: https://itunes.apple.com/tr/album/nirwana/id668794324?l=tr
- 2007 Kejê: https://itunes.apple.com/us/album/keje/id931604653
- 2013 Dilop: https://itunes.apple.com/us/album/dilop/id687908228
- 2013 Zarok: https://itunes.apple.com/us/album/zarok/id590385879
Albumên wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji albûmên wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Koma Çiya - Rozerîn
- Koma Çiya - Dîlana Bê Sînor
- Yekbûn - Nîrwana
- Yekbûn - Kejê
- Ihlamurlar Altında - Sound Track
- Ihlamurlar Altında - Sound Track 2
- Şair Ahmet Çelik - Hüznün Heceleri
- Berîvan - Belgesel
- Yekbûn - Dilop
- Yekbûn - Zarok
- Ji bo bîranîna Bro Omerî - Peşk
Duet
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Bilind İbrahim - Zozan
- Kawa - Berfîn
- Armanc - Dayê
- Aramo - Dibarim
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |