Yodel

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Yodelkarên swîsrî yên New Glarusê digel cilên xwe yên neteweyî (sal 1922).
Kilameke yodelê ji koçberên swîsrî yên DYA'yê

Yodel ango Yodelkirin awayeke strankirina bê gotin e û bi xwendina heceyan pêk tê: taybetiya Yodelê ev e ku, gava hece tên xwendin dengê ji sing û ya ji falsetê bi awayeke lezgîn tê guhertin û bi vî rengî stîla karakterîstîk a Yodelê derdikeve holê.

Çend awayên Yodelê bi gotinên wek 'Hodaro', 'Yohodraêho', 'Holadaittiyo' û hwd. tên xwendin.

Pêkhatina Yodelê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qey li hemû herêmên çiyayî yên cîhanê teknîkên cûr bi cûr ên bangkirinê hene ji bo ku meriv karibe mesafeyên fireh bi rêyên akustîk derbas bike. Tê bawerkirin ku destpêk û pêkhatina Yodelê digihêje demên kevnar ên mirovahiyê: Digel vê yekê, şivan û berhevkar, komirvan û daristanvan bi rêya Yodelê li hev dikirin. Belawbûna çanda Yodelê ne tenê bi herêma çiyayên Alpê re bi sînor be jî, çend şeklên lihevkirinê ya li gelek civakên çiyayî ev in: qêrîna zozanê (bi almanî: Almschrei), qêrîna kêfxweşiyê (bi almanî: Juchzer) û hwd. Herwiha, ji bona komkirina dewaran jî qêrîna dewêr (Yodler) tê xwendin. Papazê Vatîkanê û yodelhezê alman Joseph Ratzinger îddia dike ku teolog Augustînus di nivîsên xwe yên derbarê xwendina Jubilusê de qala Yodelê dike. Augustinus di nivîsên xwe de Jubilusê wiha dide nasîn:

"Jubilus şekleke bangkirin, qêrîn ango strîna bê peyv e, bêyî ku peyv bên bikaranîn herikandina kêfxweşiyeke ewqas mezin e ku hemû peyvan dişkîne."

Belavbûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lihevkirina bi rêya Yodelê li cem gelên pîgmeyên efrîqî (Mokombî), înuît, li Qafqasyayê, Melanezyayê, Fîlîstînê, Çînê, Taylandê û Kambocayê, li DYA'yê, Spanyayê (Alalá), li Sápmi (Lappland, wek Joik/Juoigan tê naskirin), li Swêdê (Kulning/Kölning), Polonyayê, Slovakyayê, Romanyayê, Gurcistanê û li Bulgaristanê.

Îro Yodel pirr caran di çarçoveya muzîka gel/muzîka folklorî de tê gotin. Di nava civakên çiyayî yên almanaxêv de kevneşopa yodelê perçeyeke girîng a çand e û lewra her sal dibe mijara pêşbaziyên muzîkê yên navneteweyî.

Rekora cîhanê ya di yodelxwendinê de ji aliyê Roland Rosskogler'ê awûstûryayî ve hat lêkirin: wî heta 14 saet û 37 deqqe bê sekin yodel kiriye. Peter Hinnen jî rekorekê diparêzê: Wî di sala 1992'an de 22 dengên yodelê di saniyeyeka tenê de xwend û bi vê yekê kete nav pirtûka Guinesssê. [1] Herwiha, kevneşopa yodelê bi strana Oesch’s die Dritten'ê ya bi navê „Ku-Ku Jodel“ di sala 2008'an de kete nava stranên herî serketî yên Swîsrê. [2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]