Zahîr Kayan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

M. Zahir Kayan wênesaz û helbestvanekî kurd e.

Di sala 1964an li Agiriyê ji dayik bû. Dibistana seretayî û navincî li Agiriyê kuta kir. Di Zaningeha Atatürk ya li Erzîromê beşa Wêje û Zimanê Tirkî, sê sal xwend lê ji ber hîn sedeman mecbûr ma ku dev ji zaningehê berde. Zahir Kayan ji sala 1988an û vir ve li ser wêje û zimanê kurdî mijûl dibe. Her wiha li ser felsefe û zanistiyê jî dixebite. Li ser helbesta kurdî (zêdetirîn jî di kovare Jiyana Rewşen, Rewşen-name û Tîrojê de gelek helbestên wî hatine weşandin[çavkanî hewce ye] û wêjeya gel de gelek xebatên berhevkirinê çêkiriye. Berhevokên wî bi taybetî li ser mîtolojî û efsaneyan e.

Di rojnameyên Welat, Özgür Ülke, Gündem û Özgür Gündemê de xebitî. Gelek nivîs û helbestên wî di van rojnameyan de hatin weşandin. Di sala 1996an de kovara Jiyana Rewşen derxist. Di Navenda Çanda Mezopotamyayê dersên teorîk yên folklorê da her wiha di Zaningeha Azad ya Fîkret Başkaya de li ser estetîkê dersan pêşkêş kir.

Di atolyeya xwe de bi hunera wênesaziyê mijûl dibe.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Destanek ji bihuşta winda, Helbest, 1993, Stembol, 76 rp. Weşanên Kora.
  • Arzeba, Helbest, 2001, Stembol, 91 rp. Weşanên Sî.
  • Şêhneya dînan (Sekerata dilopê), Helbest, 2014, Stembol, 64, rp. Weşanên Şemal.
  • Hîç/Sî-Saya, Helbest, 2022, Stembol, 224 rûpel, Weşanên Nûbihar
  • Asoya Peyvên Sermest, Helbest, 2022,Stenbol, 192 rûpel, Weşanên Nûbihar

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]