Zeynûdînê Iraqî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Zeynûdîn Iraqî hat beralîkirin)
Zeynûdîn Iraqî
Navê rastî
Ebdurehîm ibn Huseyn bin Ebdurehman el-Kurdî 
Jidayikbûn5ê Gulan, 1325
Mirin20ê Sibat, 1404
Misir
EsilKurd
BernavEbûlfedl
Zeynûdînî Iraqî
HevwelatîÎmperatoriya Eyûbî
DestûrnameNasirûdîn Muhemed bin Ebi'l Hesen bin Ebdulmelîk
PîşeHedîsvan û Fiqihnas
SerdemSedsala 14'an
BandorkerÎbn Hecer Esqelanî
Dê û bav
  • Huseyn (bav)
biguhêreBelge

Zeynûdîn Iraqî (1325, Qehîre - 1404 Misir) alimê hedîs û fiqihê bû. Hîna heşt salîbûye pirtûka pîroz Quranê jiber kiriye. Dûra jî dest bi îlmên fiqih û hedîsan kiriye.[1][2]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zeynûdîn Iraqî di sala 1325an de li Misirê navçeya Qehîreyê hatiye dinyayê, Hîna 3-4 salîbû bavê wî Husên wefat dike. Bavê wî kurdê Başûrê Kurdistanê ji bajarê Hewlêrê bû koç kiribû Misirê.

Zeynûdîn Iraqî di salê xweyê piçûk de dest bi 'ilmê Îslamêhedîs û fiqihê kiriye, Ji berku eslê wî kurde lewma bernava wî el-kurdî ye. Navdanka wî jî "Ebûlfedl" e. Navê wî bi temamî ji Abdurrahîm bin Huseyn bin Abdurrahman el-Kurdî ye. Lê ew bi piranî bi navê "Zeynûdînê Iraqî" hatiye naskirin. Wî perwerdeya xwe bi pirani ji Nasirûdîn Mihemed bin Ebi’l Hesen bin Ebdulmelîk girtiye. Di 20ê Şibatê 1404'de wefat kiriye.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Nazm-ud-durer-is-seniyye fî sîret-iz-zekiyye
  • El-baîs alel-halas min hawadîs-il-kısas
  • Manzûmetu tefsîr-i garîb-il-Qur'an
  • Elfiye
  • Tahrîcu ehadîs-ul-îhya

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 16 kanûna paşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2015.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ TDV İslam Ansiklopedisi cild. 19; r. 118