Hedîs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hedîs an Fermûde (bi erebî: حديث 'ḥadîth' pirane أحاديث 'Aḥâdîth') agahî, kevneşopî) gotin û kirinên Muhemmed Pêxember in. Ji tiştên ku Pêxember bê gotin red yan jî qebûl kirine jî hedîs tên gotin. Ji hemû tiştên di derbarê Muhemmed ra jî Sunet a Pêxember tê gotin.

Hemû Hedîs ji naverokê (metn) û girtekê (îsnad) pêk tên. Girtek bi xwe jî ji mirovên ku hedîsek riwayet kirine (rawî) tê holê. Hedîsek dikanî bi du aliyan lawaz be. Yan ji aliyê girtekê, yan jî ji aliyê rawiyan. Ji hedîsên beşa yekemin ra di gora saxlemiya xwe musned, mursel, muttesil, munqetî, mudal û mu'elleq tên gotin. Ji hedîsên beşa duyemîn ra jî mevzû', metrûk, munker û şaz tê gotin.

Mînakek ji bona girtekê: "A ji min ra got ku, wî ji B bihistiye û wî jî ji C bihistiye ku Pêxamber aha gotiye."

Zanyarên ola Îslam ê hedîsan ji gora rewacdariyê/bawermendiyê di çar beşan da parva dikin: sehîh - xurt, resen, zexm; hesen - baş; ze'îf - lawaz, bişik û mewzû' - nerast. Va parva kirina ji gora rewacdariya girtekê û rawiyan bi hev re dibe. Lê yê herî pirr dîsa şexsiyet û jiyana rawiyan rolekî mezin dilizî.

Di diroka Îslamê da gellek pirtûkên hedîsan hatine nivisîn. Niviskarên herî navdar Buxarî, Muslim, Malik bin Enes û Ehmed bin Henbel in. Ehmed bin Henbel bi xwe imamê mezheba Henbelî yan e.

Pirtûkên navdar yên Hedîsan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kûtûbî Sîte
  • Sehîhî Buxarî, el-Cami` es-seḥîḥ
  • Sehîhê Muslim, el-Cami` es-seḥîḥ
  • Îbn Mace, Kitab es-sunen
  • Ebû Dawud, Kitab es-sunen
  • Et-Tirmizî, el-Cami` es-seḥîḥ fî s-sunen

en-Nesaî, Kitab es-sunen

  • Malik ibn Enes: el-Muwatta`
  • Ehmed ibn Hanbel: Musned ibn Hanbel
  • Yahya bin Şerefudîn en-Newewî,
  • Kitab el-Erbe`în
  • Kitêba hedîsan Riyadu's-Salihîn ya îmamê Newewî bi kurdî jî hatiye wergerandin.

Binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rexnekirina Hedîsan

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]