Zimanê marathî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bilavbûna marathîaxêvan li Hindistanê.

Marathî (मराठी Marāṭhī) yek ji zimanên hindû-aryan, ko li rojava ya Hindistanê li Maharaştrayê tê axivîn e. Ev ziman, di gel zimanê bengalî yek ji kevintirîn zimanên xwecihî yên Hindistanê ne ko xwedî edebiyateka xwesr ya nivîskî ne. Marathî zimanê fermî yê wîlayeta Maharaştrayê ye û nêzî 90 milyon kesan wekî zimanê dayikê pê diaxivin. Ev ziman bi kêmanî 1500 salan kevin e.

Marathî ji aliyê rêzimanê ve li zimanê palî û prakît hatiye. Di kevin da, ji vî zimanî ra maharaştrî, maharathî, malhathî û marthî jî digot[çavkanî hewce ye].

Belavbîna cihnaskî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Marathî zêdetir li wîlayeta Maharaştrayê belav e, lê li Guceratê, Madhiya Pradêşê, Goayê, Karnatakayê, Tamîl Naduyê û Andhra Pradêşê û herêmên ser bi Hindistanê yên Daman-Diuyê, Nadra Nagal Haveliyê jî tê axivtin. Bajarên Baroda û Ahmedabadê hêşetên mezin yên marathîaxiv hene.

Pêgehê fermî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev ziman zimanê fermî yê wîlayeta Maharştra ya Hindistanê ye. Qanûna Bingehîn ya Hindistanê vî zimanî yek ji 22 zimanên fermî yên Hindistanê dihesibînit.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]