Zincîr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zincîra lajwerdî.
Zincîr.

Zincîr, kotan, col, ketan ji cûre û teknîka gehên (girêçk, kap) ku xelekên wê bi hev ve hatine derbaskirin an bi hev ve hatine girêdan re tê gotin.

Li Bakurê Kurdistanê li gelek deveran ji zincîrên stûr ên berê re kotan an ketan tê gotin. Li hin cihan jî ji ber vê cureyê zincîrê, ji giştî re kotan dibêjin. Pirranî ji lajwerdê tên çêkirin.

Zincîrên çorsane û kevn (ketan, kotan) ji xelekan in ku hêj ev hene. Berê mirovan ji bo xemil û girêdanê ev têknîk bikardianîn. Îro di gelek warên jiyanê de zincîr tên bikaranîn.

Ewropayî wekî her tiştê bingeha zincîrê jî bi xwe ve girêdidin. Gorî tomarkirinên ewropayiyan yekem car zincîra lajwerdî, di sedsala I. de Marcus Vitruvius Pollio yê romayî çêkiriye.

Fîlozof û zanist Gottfried Wilhelm Leibniz sala 1686, bingeha zincîrên nûjen avêtiye. Niha gelek teknîkên nû hene. Zincirên di duçerxeyan te tên bikaranîn, ji loxikên bi hev ve hatine girêdan in. Hin hene ne loxik, lê di dirûvê totikên veserkirî de ne.

Zincîrên dekoratîv, wekî gerdane jî hene.

Gotin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Sinî li erdê ye, dûvê pez li serê ye, zincîr esman e, kêr li ser e, di bire nabire xelas nabe? (Ruhstîn).