Zozan (erdnîgarî)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zozanekî li Sîbîryayê

Zozan ew dever e ku jiyana li xwe di navbera deşt û çiyan de radigire.

Di herêmên çiya de, ew devera ku zêde kevir û newal û gelî lê nînin û erda wî hertim bi gil û giyayên pirtexlît lê hêşîn in. Zozan bi xwezayeke rengareng ve hatiye xemilandin, herweha tê de gelek kanîsark û li hin deveran jî gol an golik hene. Ji xwezaya zozanan hertim bihna xweş tê û pişika nexweş hêsan dike. Li zozanan zêde dar û devî tunin, lê ger hindik be jî yeko yeko darên pir qirase û kevnar hene. Li bakûrê Kurdistanê herêmên ku wek zozan hatine binavkirin, pir in. Hin ji van zozanan gelek menşûr in û navûdeng dane. Wek Zozanê Şerefdînê, Zozanê Zobeserê, Zozanê Qulingo, Zozanê Nemrûd, Zozanê Sîpanê Xelatê û gwd. Herêna ku zozan be, tenê du demsal lê hene. Yek bihar e û yek jî zivistan e.

Koçer ber bi dawibûna biharê de, ji bo pezê xwe hêdî hêdî derdixin warên bilind. Ji van waran re zozan tê gotin. Gundên ku havînan gelek germ in û pez nikare lê debar bike, gundî pezê xwe dibin û diçin derdikevin zozanan.

Wextên ku berfa zozanan dihele û koçên malan xwe ber bi jor ve xwe dikişînin, zozan weke bihuşt xwiya dikin bi çêre, mêrg, çavkanî û hemî rengîniyên xwe nîşan didin.