Here naverokê

Şer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şerê Hattînê di navbera Eyûbiyan û Xaçperestan de

Şer têkoşînek e ku di navbera du welatan an jî di navbera komek û welatekî de diqewime. Pirranî bi çekan te kirin. Şer piranî ji bo armancên ol, netew, ramyarî û aborî diqewime. Hinek caran jî bê çekan bi avayê psîkolojîkî tê kirin.

Bi teybetî ku mirov li ser dîrok û koka gotina "şer" ya di kurdî de bisekinê û ji wê bêne ziman, mirov, karê bibêje ku ev gotin bi serê xwe pirr kevn a. Gotina şer ya di kurdî de, hê di dema Sumerîyan de dihat bikar hanîn. Di dema Sumerîyan de, Welatê Urûk, ku Îştar lê bi parastgah bû, kurê Îştar "Şara" weke xwûdayê şer hatîya dîtin. Gotina şer ji wê gotina navê kurê Îştar afirîya û heta roja me hatîya. Li ser gotina şara hizirkirin, wê hin bi hin têgihiştinekê di derbarê şer de jî bide çêkirin. Piştre, di demên piştre de, gotina "şara" weke gotina "şer" hatîya ziman û maya. Şer, di kurdî de, yekî ku bi çîrayan bê û an jî bi destdirêjiyê bê ku herê bi ser yekî din de û yê ku çûna bi ser wî de bû ku wî jî bersiv da, hingî, gotina şer wate xwe distêne.

Di şeran da, ji bo demekî şerkirinê berdan agirbest û sekinandina şer jî aştî tê navkirin. Di hin mijarên sereke ku divêt ku mirov navaroka wan fahm bikev ev in:

stretejî, ku bi kinasî û dirêjahî bê, armanc were kifşkirin a. Minaq, di şer de, ji bo ku î ro li Kurdistanê tirkiye bi ser bikeve û kurdan bin bixe, bi oparasyonên leşkerî re, di qada sîyasî de, oparasyonên sîyasî li dar dixe, siyesetmedaran dike dest de. Bi vê, dixwezê ku yên ku li dijî wî şerê wê gotinên bibêjin ji holê rakê û kurdên ku mafê xweyê azadiyê dixwezin, wê xwestina wan ya mafên xwe ji holê rakê. Ji bo ku kurdistanê û herêmên kurdan weke yên tirk bide nîşandin, zimanê kurdan qadaxa dike, temenê xwe bi rêxistinkirin û siyesete wan, hêrîşî wê dike. Çanda wan, herîşî temenê pêşketina wan ya ku heya hêrîşî wê dike û hertimî bi gotinên ku wê piçûk dixe, hêrîşî wê dike. Beremberî wê jî, çanda tirk û tirkitiyê pîroz dike û derdixe li pêş. Navê bajar, navçe û gundên kurdan, yên bi kurdî qadaxa dike û yên bitirkî wê dane wan, derdixe pêş. Bi vê re, wê stretejîya xwe tirkirina herêma kurdan bi rê ve dibe. Ji bo ku çanda kurdan, bi sembolî û navî pêşnekeve, hemû navên kurdan qadaxa dike. Kurdek, nikarê navê xwe li xwe bike û qadaxa bike. Minaq, navê "kurdistan"ê, qadaxa ya.

Taktîk, di şer de, di serî de, weke kirinên giring ên pêvajoyî ên ku di xizmete armanca ku mirov dike û dixwezê ku xwe bigihêniyê de têna ziman. Minaq, di şerê li kurdistanê de, dewleta tirk, girtinên sîyesetmederên kurd û gotinên wê yên qaso ên bi navê "çareserkirina pirsgirêka kurd" têna ser ziman, taktîk in. Rastîyekê nayênina ser ziman. Bi wan gotina re dixwezê ku rehete hem di aqilê kurdan yê tekoşîna wan de bide çêkirin û hem jî dixwezê ku parçabûnaê bike navê kurdan de ku bi awayekî bi hev re li ber wê nesekin in. MInaq, têkiliyên wê yên başûrê kurdistanê re mirov karê di vê çerçovê de bêne ser ziman. Ji hêzên kurd ên başûrê kurdistanê dixwezê ku li dijî, tekoşîna kurdan ya li ber wê alî wê bikin. Heta ku dixwezê ku bi wê re bikevina şer de li dijî wê. Ku ew hêzên kurd, bi hêzên başûrê kurdistanê re nekevina şer de jî, bi vê polîtîkaya xwe dixwezê ku wan bêalî bike û bêne wê rewşê ku ew ji tekoşîna kurdan ya bi wan re ji wê dur bin û bi wan re şer nekin. Ev, ji bo tirkî û şerê wê yê bi kurdan re qazancaka taktikî jî ya li gorî wê ji wê re.

Taktîk, bi teybetî, armanca, kêmkirina hêzên ku li dijî wan şer dikin û an jî bi demê re bê û an jî bi nêzîkatîyên ku tên nîşandin bê rêya wan ya şer guharandinê bê. Bi vê yekê re, ku bike ku êdî yê ku li dijî wê şer dike serwerîya wan di şer de nemabê. Bi wê re, êdî aliyê ku serwerîya wan di şer de kêmbûna, wê li ber aliyê din yê ku serwerîya wan zêde heya, bin bikevin.

Locîstîk, di dema şer de, di temenê amedekarîyên ku têna kirina de dibê. Minaq, xwarin, çek, cil û bi teybetî jî, hêzên ku werina taqwîyakirin, wan dike nava xwe de. Locîstîk, weke amedekarîya li şûna anîya şer tê kirin a jî. Lê mirov karê bi vê rengê û hê gelek rengên din şîrove bike û bêne ziman.

Plan û amedekirin

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi plan û amedeyî, di şer de, di deme ku wê hêrîşî cihekî bê kirin, wê pêşî, cihê ku lê hêrîş bê kirin, wê hewl bê dayin ku pirr baş were naskirin. Bi wê naskirina cih re, wê hewl bê dayin ku serwerî û serdestîya di şer de ya li qadê bê xistin li dest. Yê ku di şer de xwediyê naskirina cihê ku lê şer dibe bê, wê di şer de, weke ku nêvî bi nêvî serketîbê, wê bibe. Bi vê têgihiştinê, di vê xalê de tevgerîn dibe.

Xala duyemnin ya amedekirinê jî, plankirina awayê şerkirinê ya. Yanî rastkirina hêzên xwe ya. Wê hêz çawa werina şerkirin, plana wê bi awa tê kifşkirin. Wekî din jî, wê bi çî were şerkirin, wê ew were kifşkirin. Minaq, di demên berê de bi şûr dihat şerkirin. Di roja me de, amûrên ku bi wan tê şerkirin pirr cûra û zêde bûna.

Hebûna çekan û zanîna bikarhanîna wan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]