Çildar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Çildar
Çıldır
Çildar (Tirkiye)
Çildar
Nexşeya cihan Tirkiye
776px-Ardahan districts ku 2.PNG
Nexşeya parêzgehê
Kargêrî
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Erdêxan
Demografî
Gelhe 1.683 (2012)
Erdnîgarî
Koordînat 41° 7′ 44″ Bakur
      
43° 7′ 58″ Rojhilat
 / 41.12889°Bk 43.13278°Rh / 41.12889; 43.13278
Dem (UTC) UTC+2

Çildar an jî Zûrzuna (bi tirkîÇıldır) navçeyeke Erdêxanê ye.

Çildar, di 25 Reşemî 1921'ê de ji destê Gurciyan hatiye stendin û ketiye bin dagirkeriya Dûgela Tirk. Dîroka herêmê heya bav û kalên Kurdan Hurriyan tê şopandin. Ûrartûyan, Bîzansiyan, Ereb-Îslaman, Gurciyan, mîrîtiyên Kurd, Safewiyan, Mongolan, Ûrisan û Osmaniyan li vir desthilatî kirine. Osmaniyan herêm bi tevî Qers, Batûm di 14 Tîrmeh 1878´an de (Peymana Berlîn a di navbera Osmanî û Ûrisan de) di şûna deynê şer de firotine Ûrisan. Heya sala 1878´î niştecihên herêmê Kurd, Fileh û Gurcî bûn. Piştî avabûna Komara Tirk û Komkujiya Filehan, Terekeme, Azerî hwd anîn herêmê. Pirraniya Gurciyan jî reviyan Gurcistanê. Niha pirr kêm be jî Gurcî hene li herêmê.

Gorî hejmartinên ku Dûgela Tirk di sala 2000´î de kirine hejmara niştecihan bi giştî 14869 e. Hejmara navenda Çildarê 2415 e. Firehî 1163km² ye. Gola Çildarê (Gola Gurciyan), 120km² mezin e. Gelê herêmê bi zaraveyê Kurmancî, Gurcî, Terekemeyî diaxivin. Dûgela Tirk polîtîkayek assîmîlasyonê ya dijwar li ser gelên herêmê dimeşîne. Navên gundên herêmê bi Kurdî, Gurcî, Filehkî ne. Di sala 1956´î de hemî navên cografîk kirine Tirkî. Pirsgirêkên Gurciyên herêmê jî wekî yên Kurdan pirr in.

Gundên navçeya Zûrzunayê (lîste ne temam e)[biguherîne]

Navê fermî (1928)
Qeza: Çîldîr
Nahiye: Zûrzuna (navend)
Navê kurdî yê îro Navê tirkî yê îro
Ûrta
Baş
Bekrexatûna Jor
Bekrexatûna Jêr
Pûrût
Canbaza Jor
Canbaza Jêr
Cays
Çamdîre
Rabat
Zinîzal
Sikerîb
Sûhara
Sebadûr
Qerekele
Qodamîx
Qorawîl
Koyxas
Meryem
Meredîs
Wartmane
Helwan