Împeratoriya seleukî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Împeratoriya seleukiyan di sala 301 b.z. de

Împeratoriya seleukî an împeratoriya seleukiyan, carinan seleukî wek selewkî jî tê nivîsandin, ji pê mirina Îskenderê Mezin ji aliyê yek ji generalên wî Seleukos I ve di 312 b.z. de li Babîlê hat sazandin. Di 64 b.z. bi tunî hat hundira Împeratoriya Romayê kirin û hilweşî bû. Di demên xweya herî rind de împeratorî di Trakya de heta hundirên Hindistan çemê Îndus belav bû bû.

Sînor[biguherîne]

Împeratoriya seleukî ne di paytexteke de, lê ji çend deran de dihat kargerkirin. Ji wan navçeyan ya herî giring Sûrî bû. Li Sûriyê derve Mezopotamya, Babîl, rojavaya Îranê û Anatoliya hin navçeyên din ên giring bûn.

Di demên aşitiye de bi gelemperî împerator li Sûriyê diman. Navenda împeratorîye wek Tetrapolis (ango, "Çar Bajar") dihat navend û ji van çar bajaran Antiochia li rojhelat (îroj, Antakya), Seleukia Pieria, Latakia (îroj, Laziqiye) û Apameia (îroj, Efemiya) pêk dihat.

Paytextên ji bo Satrapên jor, rojhelata împaratoriyê, Tisfûn bû. Ji Tisfûn satrapên Împeratoriya Persa yên berê wek Mezopotamya, Babîl, Şûşa, Persis, Medya û Kermanî dihat kargerkirin. Li bakura wê derê Ermenistan, Azerbaycan, Eşkaniya û Balaxistan he bû.

Navendeke din a giring Sardes (îroj nêzî Manisa) bû. Lê li wir seleukiyan pir serwerî neajotin.

Dîrok[biguherîne]

Seleukos I Nîkator (321/312-281)[biguherîne]

Seleukos I Nîkator (321/312-281)

Li pê Îskender mir re Împeratoriya mezina li pê xwe hiştî hat par kirin û di 321 b.z. de Seleukos I satrapiya Babîlê saz kir. Lê wî serweriya xwe li ser wan xakan bi tunî ancax di 312 b.z. de rûniştand û împeratoriya bi navê xwe sazand. Di 305 b.z. Wî împeratorî heta Hindistanê fireh kir.

Di 301 b.z. de Seleukos bi piştgiriya Lysimachos yek ji dijberên xwe Antigonos I bin xist û Sûrî ji dest xwe xist.

Di 281 b.z. de di Cenga Kurupedion de hevalbendê xweyê berê Lysimachos, kargerê Trakya û Anatoliya bin xist û împeratoriya Îskenderê Mezin şunda di destekî (derve Misir) de yek kir. Ji bo Makedonya jî dagir bike kênge Tengava Çanakkale derbaz kir şûnda ji aliyê Ptolemaios Keraunos, lawê împarator Ptolemaios I ve hat kuştin.

Ji pê mirina Seleukos I re împeratorîye xwe di cengên ji bo texta împeratoriye de dît. Li gelek navçeyan, çend kesan xwe wek împerator dan zanîn. Lê bi dawî du xanedanan serweriya xwe hat pejirandi; yek eşkaniyan li başûr rojhelata Deryaya Mazenderan dewlet saz kirî bûn, ya din jî Keyîtiya Greko-Baktrianan di serdariya Diodotos I de heta Hindistanê hatîbû sazandin.

Împeratorî ji pê wan cengan re gelek lawaz bû bû.

Antiochos III Megas (223-187)[biguherîne]

Di destpêka dema Antiochos III (223 b.z.-187) de împeratorî ji Sûrî û Babîlê pêk dihat. Di 212 an de Antiochos ji bo xakên împeratorî şûnda hundura dewletê bike derkete seferekê û di dawiya seferê Ermenistan, Azerbaycan û Eşkanî şûnda hundura împeratoriyê kir.

Di 196an de Antiochos derkete sefereke ser Trakyayê. Lê li Yewnanîstan ji aliyê împeratoriya Romaye ew hat bin xistin. Ji pê re li Trakya û Anatoliya jî ji aliyê Romayan ve hat binxistin û derve Kîlîkya xakên li Anatoliya û Trakya derbaza Romayê bûn.

Ji pê mirina Antiochos III re Eşkanî, Baktriya û Ermenistan şûnda ji împeratorîye veqetî ye û împaratorî ji xakên Sûrî, Kîlîkya, Babîl, Medya û Îranê de pêk dihat.

Rûxîn[biguherîne]

Kênge împerator Antiochos VII mirî bû împeratorî ji Sûrî û Kîlîkya de tenê pêk dihat. Lê li hundura împeratorî de gelek têkoşîn ji bo textê hebûn û wan cengan împeratorî sal bi sal lawaz dikir.

Di 83 b.z. de keyê Ermenîstan Tigranes II va lawaziya wek fersand dît û Sûrî dagir kir û çend salan şunda jî ji aliyê romayiyan ve dawiya împeratoriya seleukiyan hat dan.