Şêx Mehmûdê Berzencî
Ji Wîkîpediya
Şêx Mehmûd Berzincî (شێخ مهحمودی حهفید) şoreşger u siyasetmedareke kurd li başûrê Kurdistanê bû.
Şêx Mehmûdê Berzencî kurê şêxê qadirî, Şêx Seîd e. Piştî ku bavê wî di sala 1908ê de, ji alî Osmaniyan ve hate kuştin, Şêx Mehmûd dewsa wî girt. Di salên Şerê Cîhanê ê Yekê de, ji bo avakrina dewleteke serbixwe xebitî. Bi vê armancê, bi kurdên Îranê re tifaq danî û li hember ingilîz û ereban şer kir. Sê caran dewleta serbixwe "Keyaniya Kurdistanê" îlan kir, xwe jî qralê dewletê nîşan da. Li hember êrîşên ereb û ingilîzan heta sala 1932ê li ber xwe da. Şêx di sala 1956ê de çû ser dilovaniya xwe.