Şetelereb

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Belemeke di çemê Ervendrûd de.

Şetelereb an jî Şet el-Ereb (bi erebîشطّ العرب Shatt al-Arab, bi farsîاروندرود Ervendrûd) navê çemî ji pê Firat û Dîcle teva hev dibin e. Ji pê Ferat û Dîcle li bajarê Qurnahe teva hev dibin re ewna herdu 193 km tev diherîkin û sînorê navbera Îraq û Îranê pêk tînin. Li Besra jî tala Kendava Fars dibin.

Ew sînorên navbera Îran û Îraqê de di dîrok de sedema hin li hev nehatina herdu dewletan bû. Yek ji wan Şerê Kendavê yê yekemê (cenga Îran-Îraqê) di navbera wan de di navbera salên 1980 û 1988an de bû bû.

Li ber wê cengê heta 1975an Şetelereb bi tunî sînora Îran û Îraq pêk tanî. Ew sînora ya demê ku Brîtanya Îraq îşgal kirî de ma bû. Armanca Îraqê di wê cengê de, mişe standina ew ji keştiyên petroleyê di çêm re derbaz dibin û dana rêberekî Îraqî di nîvgirava Fawê de bû.

Gorî Peymana Cezayêr di 1975an de navîna çêm sînor bû. Ew peymana bi çavnêriya OPEC navbera Sedam Huseyîn û Mihemed Riza Pehlevî de hat îmze kirin.

Lê di 1980an de Sedam ew peymana betal kir û navbera wan de cengê beloq da. Cengê germ heta 1988 dewam kir. Di 1988an de cenga navbera wan de dawî bû jî peyaman encax kênge Îraqê di 1990an de ew xakên dagir kirinî terk kir û peymana Cezayêr şûnda pejirand şunda hat pêkanîn. Lê demekê kurt şûnda ji bo Îraqê di wê cengê de Kuweyt îşgal kirî bû cenga navbera Îraq û DYA'yê de Şerê Kendavê yê duyem derket.

Girêdanên derve[biguherîne]


30°24′53″Bk 48°10′14″Rh / 30.41472°Bk 48.17056°Rh / 30.41472; 48.17056