OPEC
Ji Wîkîpediya
| Endamên OPEC'ê |
|
|---|---|
| Efrîqa | |
| Rojhilata Navîn | |
| Emerîkaya Başûr | |
| Başûr-rojhilatê Asyayê | |
Rexistina Dewletên Neftê Dervefiroş , bi kurtî OPEC (ji înglîzî: Organization of the Petroleum Exporting Countries) rêxistinek navnetewî ye ku di navbera 10 û 14'ê rezberê 1960'î de li Bexdayê hat damezrandin.
Ji sala 1965 de navenda vê rêxistinê li Viyana ye. Endamên destpêkê Îraq, Îran, Kuweyt, Erebistana Siyûdî û Vênêzûêla bûn. Paşê heft dewletên din jî tevlî vê rêxistinê bûn: Qeter (1961), Îndonêziya (1962), Lîbya (1962), Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (1967), Algerya (1969), Nîjerya (1971) û Angola (2007). Ekûador ji sala 1973 heta 1992'a û Gabon jî ji sala 1975'a heta 1992'a endamên OPEC'ê bûn. Ekûador piştî 15 salan navber, di 17'ê sermawezê 2007'a de dîsa vegeriya nav vê rêxistinê.
Dewletên endamên OPEC'ê derdora 40 % ji neftê ku li cihanê tê berhemdan derdixin û derdora 75 % ji nefta ku hatiye tesbît kirin, di axa wan welata de ye.
[biguherîne] Girêdanên derve

