30ê hezîranê
Xuyakirin
(Ji 30'ê pûşperê hat beralîkirin)
<< | Hezîran 2024 | >> | ||||
Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
1 | 2 | |||||
3 | 4 | 5 | 6 | 7 | 8 | 9 |
10 | 11 | 12 | 13 | 14 | 15 | 16 |
17 | 18 | 19 | 20 | 21 | 22 | 23 |
24 | 25 | 26 | 27 | 28 | 29 | 30 |
Rojên salê |
Bûyer
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kurdistan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Zeynep Kinaci ango Zîlan, di 30 hezîrana 1996an de li meydana Komarê ya li Dêrsîmê li hemberî leşkerên Tirk ku merasîma Alê dikirin, çalakiyeke cangorî pêkanî û bi vê çalakiya xwe di dîroka Kurdistanê de kire yek ji sembolên tekoşîna azadiyê.
Cîhan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1882 – Charles Guiteau serokê Amerîkayê yê 20. James Garfieldê kuşt û ji ber vê yekê hatiye darvekirin.
- 1905 – Albert Einstein nivîsara xwe ya bi navê Elektrodînamîka Cismên Bihereket di kovara ilmî yê Annalen der Physik de çap kir û bi vî awayî jî teoriya îzafiyetê hatiye derpêşkirin.
- 1908 – Bûyera Tunguskayê qewimî. Di vê bûyerê de li herêma Sîbîryayê li nêzî robara (çemên biçûk) Tunguskayê teqînek esmanê pêk hat. Tê texmînkirin ku ev teqîna li hewayê ji ber parçeyek dûvstêrkek an jî astroîdek çêbû. Agirên teqînê ji 800 km dûrîtiyê jî dihate xuya.
- 1912 – Bahoza ku li wîlayeta Saskatchewan yê Kanadayê qewimî, bû sedema mirina 28 kesan.
- 1934 – Operasyona bi navê Şeva Kêrên Dirêj ê ku Adolf Hitler 85 heb endamên payebilind yên SAyê (Sturmabteilung) yên reqîbên wî ji efserên SSan (Schutzstaffel) re dabû qetilkirin dest pê kir.
- 1936 – Împaratorê Etiyopyayê Haile Selassie, piştî ku Mussolînî welatê wî îşgal kir li Cemiyeta Miletan (navê kevin yê Neteweyên Yekbûyî) ji bo daxwaza alîkariyê xeberdanek kir.
- 1941 – Şerê Cîhanê yê II'yem: Operasyona Barbarossayê - Almanyaya Nazî bajarê Lviv yê Ûkraynayê bi dest xist.
- 1960 – Kongoya Belçîkayê, serxwebûna xwe ji Belçîkayê bi dest xist.
- 1990 – Almanyaya Rojhilat û Almanyaya Rojava birryar girtin ku ekonomiyên xwe bigihînin hev.
- 1997 – Keyaniya Yekbûyî, rêvebiriya Hong Kongê ji Çînê re hişt.
Jidayikbûn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1911 – Czesław Miłosz, nivîskar û helbestvanê polonî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1976 – Marie Plosjö , modela swêdî
- 1982 – Aylin Kontente, şanovan û lîstikvaneke tirk
Mirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1919 – John Strutt, 3. Baron Rayleigh, fizîknasê brîtanyayî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1930 – Simkoyê Şikak, serhildêr û rêberê kurd
Cejn û salveger
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre](Cejnên ku di vê rojê de tên pîrozkirin)