James A. Garfield

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
James A. Garfield
James Abram Garfield, photo portrait seated.jpg
Xebat
20em serokê DYA'yê
4'ê adarê 1881 – 19'ê rezberê 1881
Cîgirê serok John Adams
Ê pêşî Rutherford B. Hayes
Ê piştî Chester A. Arthur
Jînenîgarî
Zayîn 19'ê sermawezê 1831
Orange, Ohio
Mirin 19'ê rezberê 1881 (49 salî)
Elberon, New Jersey
Netewe Alman, amerîkan
Partiya polîtîk Partiya Komarger
Zanîngeh Williams Kollege
Zewac Lucretia Rudolph
Zarok Eliza Arbella Garfield
Harry Augustus Garfield
James Rudolph Garfield
Mary Garfield
Irvin M. Garfield
Abram Garfield
Edward Garfield
Pîşe Parêzer, perwerdekar
Şanenav
James Abram Garfield Signature.svg

James Abram Garfield (* 19'ê sermawezê 1831 li Orange, Cuyahoga County, Ohio; † 19'ê rezberê 1881 li Elberon, New Jersey) siyasetmedarekî amerîkanê ji Partiya Komarger 20em serokdewletê DYAyê bû. Ji 4'ê adarê 1881 heya mirina xwe, 19'ê rezberê 1881'ê li ser postê serokdewletiyê maye.

Jiyan[biguherîne]

Bi navê birayê wî yê miribû James Ballou Garfield, tê binavkirine. Dema bavê wî jiyana xwe jidestt dide 18 mehî ye. Ji aliyê dê û apê ve tê mezinkirin. Zaroktiya wî di nava xizaniyê de dibore.

Bi Lucretia Rudolph re marî dibe (dizewice) û heft zarokên wan dibin. Lawê (kurê) wan ê sala 1865'ê tê jiyanê James Rudolph Garfield ji sala 1907 heya 1909'ê postê wezîrê karê hundirîn werdigire.

Ji 1851 heya 1854 diçe înstîtuta bi navê Western Reserve Eclectic Institute a li Hiram (Ohio)yê. Sala 1856'ê ji Williams College a li Williamstown (Massachusettsê bawernameyê digire. Beriya ku bikeve siyasetê mamostetiya matematîkê dike. Sala 1859'ê dibe senatorê Ohioyê.

Êrîşa çekdarî[biguherîne]

Êrîşa li dijî serokwezîr; li cem wezîrê karê derve James G. Blaine

Li Pennsylvania-Station a Washington D.C.yê, di 2'ê tîrmeha 1881'ê de ji aliyê mirovekî nexweşê derûniyê Charles J. Guiteau ve tê gulebarankirin. Nexweş dixwastubûye bibe balyozê Parîsê lê ji ber ku nexweş ketiye, daxwaza wê bicih nehatiye. Ji piştê ve guleyê digire, giran birîndar dibe. Ji wê birînê xilas nabe û jiyana xwe jidest dide.

Mirina wî gelek deng vedide, xelkê xemgîn dike. Navê didin bajarekî, Garfield County.

Girêdan[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  • Rupp, Robert O. (Hrsg.): James A. Garfield. A Bibliography, (1998). Stellt die Forschungsliteratur bis 1998 zusammen.
  • Peskin, Allan: James A. Garfield: A Biography, (1987)
  • Clark, James C.: The Murder of James A. Garfield, (1994)