Aleksey Abrîkosov

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Aleksey Abrîkosov (2006)

Aleksey Aleksevîç Abrîkosov (bi rûsî: Алексей Алексеевич Абрикосов, Alexei Alexeyevich Abrikosov), * 25'ê pûşperê 1928 li Moskowê) fîzîknasekî rûs e. Sala 2003Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Jînenîgarî[biguherîne]

Piştî bidawîkirina dibistana amadeyî di sala 1943'î de, dest bi perwerdeya enerjîteknîkê dike û salekê şûnde werdigerîne beşa fîzîkê. Sala 1948'î dîplomê digire û doktoriya xwe li Moskowê di Enstîtuya pirsgirêkên fîzîkî de bidawî dike. Li heman enstîtuyê dimîne û sala 1955'î dest bi lêkolînên li ser qûantenelektrodînamîk a enerjiyên mezin dike. Sala 1965'î dibe gerînendeyê fakûlteyeke nû bi angaştên li ser materyalên kondensîv re bilîdibe. Navê fakûlteyê îro Enstîtuya Landau ye.

Sala 1991'î wi dixwazin Argonne National Laboratory (Illinois) û ew li DYAyê bicihdibe. Sala 1999'î dibe hevwelatiyê DYAyê. Endamê National Academy of Sciences (DYA), Akademiya zanistiyê ya Rûsî, Royal Society, American Academy of Arts and Sciences hwd e..

Wî ji sala 1969'î virde herwiha dersdarî kiriye. Fîzîknasekî gelek navdar e. Zewiciye û 3 zarokên wî hene.