Baruch Spinoza

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Benedictus de Spinoza

Baruch Spinoza (24'ê Çirya Paşîn 1632'ê Amsterdam – 21'ê Reşemeh 1677'ê Lahey) feylesofekî holandî yê ko bi eslê xwe cihuyê sefardî bû.

Ev nav mezinên cihûyan li wî kiribû. Lê Amesterdamiyan jê ra digot Benedictus de Spinoza an Bento d'Espiñoza. Bi René Descartes û Gottfried Leibniz ra ji rasyonalîstên herî mezin ên sedsala 17'ê ye. Ew ji ber Kitêba xwe ya herî grîng Ethica yê wekî yek ji mezintirîn sincbaweran dihêt niyasîn. Ew bi pîşeya xwe berçaviksaz bû û nîskok (lênz) çêdikirin. Nivîsînên wî nîşa didin ko wî şehrezayîyeka mezin di warê matêmatîkê da hebûye.

Bandora wî ya mezin li paş mirina wî, dema kitêba wî Opera Posthuma belavbûy, eşkira bû. Ew wekî rêxweşkerekê ruhnhizriyê anko enlightmentê li sedsala 18'ê û wekî rexnegirê nûdem yê Tewratê dihêt niyasîn.

Jînenîgar[biguherîne]

Daybabên cihû yên Spînozayî ji tirsa hindê ko bizor nebin Fele (Xiristan) ji Pirtogalê revîn û çûn Holendayê. Spinoza kurê bazirganekê dewlemend ê Portekîzî bû. Di 6 saliya xwe da malbata xwe winda kir û li Amsterdamê li dibistaneka Cihûyan hat qeydkirin.Ji ber ramanên wî yên dijî dînî, di navbera wî û xwîndinkarên dî û berpirsiyarên dibistanê da arîşe derkevtin û li sala 1656'ê ji dibistanê hat derkirin.

Li sala 1656'ê ji ber bawerî ya bi hindê ko Xudê mêkanîsma hebûnê ye û çi kesayîyeka diyarkirî wekî ko dihêt fêmkirin nîne û Tewrat kitêbek e bi zimanekê mecazî hatîye nivîsîn, ji civaka dînî ya cihûyan hat derêxistin.

Spinoza demekê li vê dibistanê ma û latînî û yewnanî ya xwe pêşve bir.

Spinoza ji dibistanê veqetya û di atolyekê da xebitî. Piştî atolyê, li gundekî biçûk akincî dibit û het du sê salên dawî ya jiyana xwe xebatên xwe li vî gundî meşandin.

Spînoza li Laheyê jiyana mir.

Havrîyek li Felsefeya Wî[biguherîne]

Li berahiyê Spînozayî wekî Dekartî bawer dikir ko mirov ji du pêkhateyên cida pêkhatîye: Can û Laş. Lê paşî qayîlbû ko ew herdu aliyên ji hev cida yên yek tiştî ne. Wî bawerî bi hindê hebî ko Xudê û Hebûn (Kewn) du aliyên yek tiştî ne. Wî ji wî tiştî ra digot substans, lê ramana vê peyvê li nik wî ne madde bû. Ramana ko wî pê mebest bû bin û koka her tiştî bû.

Girêdanên derve[biguherîne]