Sefardî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Rêya koçberiyên Sefardiyan

Sefardî (bi îbranî: ספרדים, Sfaradim) ev cihûyên ku di salên 1492an û 1531an de ji welatên Spanya û Portûgalê (berê Andalusya) hatin qewitandin. Yên ku mecbûr man ji van welatan derkevin xwe li Împeratoriya Osmanî û li bakur-rojavayê Afrîkayê (Mexrib) bi cih kirin. Jimareke biçûk koçberiya Ewrûpaya bakur (bi taybetî Holand û Elmanyayê bakur), Amerîka, Hindistan û Afrîka kirin. Canda sefardiyan (wek muzîk) hê jî nêzika ya îberî ye.

Nav[biguherîne]

Navê sefardî ji navê herêma Sefarad (ספרד) ku di pirtûka Obadya de nivîsiye, tê. Tê gotin ku di wê dem û dewranê de deh esîrên Qraliyeta Bakur li vê herêmê de jiyane. Di Çaxa navîn de ev nav gihîste girava Îberî û êdî ji boy cihûyên wê herêmê dihat bikaranîn.

Dîrok[biguherîne]

Li ser Girava Îberî ji 1êmîn sedsala berî jidayikbûna Îsa cihû hebûn.

Kevala bîranînê ya peyketina cihûyan (li Portoyê)

Di sala 1391 komkujiyek li ser navê Ferrand Martinez hemberî cihuyên Sevîlyayê hate mesandin. Pistî dema Reconquista yê Îspanyayê bi destûra qralê Ferdinand II û Isabella I (her du qralên katolîk) di roja 31ê Adara 1492an de peyketina yekê li hemberî cihûyan hat mesandin. Cihû mecbûr man yan bicin xerîbiyê yanjî bibin xrîstiyan. Pistî ev qewitandinê gelek cihû xwe li Afrîkayê bakur (li Mexribê) xwe bi cih kirin, bi taybetî li bajarênMarokê Fès û Kasablanka. Herwiha, jimareke din jî kocberiya Yewnanistanê (Trakya û Makedonya) kir. Lewra heta sala 1944an jimara cihûyan li Tesalonîkî gelek bilind bû. Wekî din, bajarên Stenbolê, Kudusê, Safedê, Kaîroyê, Anconayê, und Venedigê wek navendên kocberên cihuyan dihatin nasîn.

Emanuel de Witte: Sînagoga portûgalî li Amsterdamê, sal 1680.

Pistî avakirina engizîyonê li Portûgal û Spanyayê di sala 1531an de peyketina duyem a hemberî cihûdan hat destpêkirin. Gelek cihû mecbûr man koç bikin. Dîsa gelek cihû koçberiya bajarên Fès, Casablanca kirin. Ji van bajaran pêtir cihû xwe li Bayonne, Bordeaux, Livorno, Amsterdam, Hamburg û London xwe bi cih kirin. Lê ew cihuyan zimanê xwe yê ladîno ne, yên portûgalî û spanyolî diaxiviyan.

Koçberiya mezin a dawî bi komkujiya cihûyên ewropeyî (Holocaust), ku ji aliyê nazîstan ve dihat mesandin, dest pê kir. Gelek cihû mecbûr man di Duyemîn Şerê Cihanê de kocberiya Marok yan jî Ewropaya bakur bikin.

Li Marokê gelek merivên bi paşnavên wek Ben-Chekrûn yan jî Ben-Calûn dijîn. Ew misilman bin jî, torinên sefardiyan in.

Sefardiyên nas[biguherîne]

  • Mose ben Maimon (Maimonides), rewşenbîreke mezin ê Çaxa navîn (1135 yan jî 1138 heta 1204), ji Córdoba (Spanya) bû.
  • Barûx, ankû Benedict de Spinoza (1632 - 1677), fîlozofekî holandî, ji Portûgalê bû.
  • Benjamin Disraeli (1804 - 1881) ku ola xwe vegerande xristiyantî, nivîskar û siyasetmedareke îngilizî bû, di malbateke safardî ya îtalyanî de mezin bû bû.
  • Camille Pissarro (1830–1903), yek ji resamên împresyonîzmê yên herî girîng bû. Fransî bû, lê eslê xwe sefardî bû.
  • Amedeo Modigliani (1884 - 1920), resamekî îtalyanî bû, malbatê wî ji sefardiyên Lîvorno bû.
  • Elias Canetti (1905 - 1994) ku xelata nobelê ya lîteratûrê stendibû ji malbateke sefardî yê Bulgarîstanê bû.
  • Rita Levi-Montalcini (* 1909), norologeka amerîkî, malbatê wî ji sefardiyên Turînê bû. Di sala 1986an (bi Stanley Cohen re) xelata nobelê ya tip û fîzolojiyê stend.
  • Carl Djerassi (* 1923), kimyagerekî awistrî-amerîkî, kaşîfê Kortîzonê, dahênerê antîbaby-tabletê, dayk û bavên wî sefardî bûn.
  • Vidal Sassoon (* 1928), berberekî nas, mablatê wî ji sefardiyên Londrayê bûn.
  • Schlomo Ben Ami (bi îbranî: ‏שלמה בן עמי‎, di roja 17ê Tîrmehê 1943), dîroknasek e, ji cihûyên Marokê ye. Herwiha, ew siyasetmedarek e jî û 15êmîn wezîrê derve ya Îsraîlê bû.
  • Murray Perahia (*1947), piyanîstekî amerîkî, malbatê wî ji sefardiyên New Yorkê ye.

Çavkanî[biguherîne]

  • Georg Bossong: Die Sepharden. Geschichte u. Kultur der spanischen Juden. München 2008. ISBN 978-3-406-56238-9
  • Sabine Kruse und Bernt Engelmann (Hrsg.): „Mein Vater war portugiesischer Jude...“  −  Die sefardische Einwanderung nach Norddeutschland um 1600 und ihre Auswirkungen auf unsere Kultur, Steidl-Verlag, Göttingen 1992, o.ISBN, 224 S. Illustrierter Katalog (s/w und color.) zur gleichnamigen Ausstellung im Jüdischen Museum in Rendsburg und im Burgkloster von Lübeck 1992/1993
  • Michael Studemund-Halévy: Biographisches Lexikon der Hamburger Sefarden. Verlag Christians, ISBN 3-7672-1293-5
  • Michael Studemund-Halévy (Hrsg.): Die Sefarden in Hamburg. Zur Geschichte einer Minderheit. 2 Bände. Hamburg 2001. ISBN 3-87548-048-1 und ISBN 3-87548-099-6-
  • Schlomo Svirsky, Devorah Bernstein, Karlheinz Schneider: Sefarden in Israel. Zur sozialen und politischen Situation der Jüdisch-Orientalischen Bevölkerung. ISBN 3-925031-02-2