Behmen Qubadî
Behmen Qubadî | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 1ê sibata 1969an |
Hevwelatî | Îran |
Perwerde | |
Pîşe | |
Xelat | |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Behmen Qubadî (jdb. 1'ê reşemiyê 1969, Bane) derhênerekî fîlman ê kurd e.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Behmen Qubadî di sala 1969'an de li bajarê Baneyê, li rojhilata Kurdistanê hatiye dinê. Di dema perwerdebûna xwe de di radyoyeke de xebitî. Di 12 saliya xwe de li bajarê Sineyê bi amatorî tevlî koma derhenerên filman bû û bi wan re kurtefîlm çêkir. Piştî li Tehranê Dibistana Bilind ya Weşan û Çapemeniyê qedand, dest bi wênekêşiya Sanayiyê kir.
Di navbera salên 1995-1999 derhêneriya 10 kurtefîlmên ku di pêşbaziyên netewî û navnetewî de xelat stendiye, kir. Yek ji van fîlma Jiyana li Mijê di Festîvala Clermont-Ferrand (li Fransa) Xelata Juriya Taybet stend.
Di sala 1999 di fîlma derhêner Abbas Kierostamî ya "Ba wê me hilde" asîstantiya sereke kir û di fîlma Samira Makhmalbaf ya Textê Reş de jî yek ji rolên sereke lîst.
Fîlma Qubadî ya Dema Hespên Serxweş di sala 2000'î de di Festivala Cannesê ya Filmê de Xelata Kamereya Zêr, Xelata Sînemaya Ciwan û xelata PIPRESCI girt.
Fîlmnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Fîlm | Sal | |
---|---|---|
Golbaji | 1990 | Kurtefîlm |
A Glance | 1990 | Kurtefîlm |
Again Rain with Melody | 1995 | Kurtefîlm |
Party | 1996 | Kurtefîlm |
Like Mother | 1996 | Kurtefîlm |
God's Fish | 1996 | Kurtefîlm |
Notebook's Quote | 1996 | Kurtefîlm |
Ding | 1996 | Kurtefîlm |
Life in Fog | 1997 | Kurtefîlm |
The Pigeon of Nader Flew | 1997 | Kurtefîlm |
Telephone Booth | 1997 | Kurtefîlm |
Dema Hespên Serxweş | 2000 | |
Awaza Dayîka Niştiman | 2002 | |
War is Over | 2003 | Kurtefîlm |
Daf | 2003 | Kurtefîlm |
Kûsî Jî Dikarin Bifirin | 2004 | |
Nîvê Heyvê | 2006 | |
No One Knows About Persian Cats | 2009 | |
Rhino Season (Demsala Kerkedanan) | 2012 | |
Words with Gods | 2014 | |
A Flag Without a Country | 2015 | Belgefîlm |
Çar Dîwar | 2021 |
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Mij Fîlm
- Bahman Ghobadî û êşa jidayikkirina sînemaya kurdî Girêdana arşîvê 2006-06-14 li ser Wayback Machine
- Şkêvlatok (kîso) û Behmenê Qubadî bi hev re ji Kurdistanê ber bi dinyayê ve difirin
- Dîmenên rast û armancek nerast ji civaka kurdan Girêdana arşîvê 2007-05-09 li ser Wayback Machine
- Behmen Qûbadî: Kurdistan dayîka min e
- ”Kusî jî dikarin bifirin” Girêdana arşîvê 2006-06-15 li ser Wayback Machine z
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |