Berendamên Yekîtiya Ewropayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Yekîtiya Ewropayê û endamên wê (2010, bi rengê şînê tarî)

Berendamên Yekîtiya Ewropayê welatên dike di Yekîtiya Ewropayê kevine an jî ji bo ketine werê beraftin e. Welatên Pîvanên Kopenhagê temam kirîn dikanin endama YE bin. Li wan Bulgaristan û Romanya ve berafî hat temam kirin û di 1'ê sermawezê 2007an de dike endama YE'yê bine. Bi Tirkiye û Xirvatistanê re jî beraftin dewam dikin.

Welatên 2007an de Berandam Bin[biguherîne]

Bulgarîstan[biguherîne]

Berafiyên Bulgaristanê di 15'ê pûşperê 2004 hat temam kirin. Dirava xwe Lew bi Euro ve hat guherandin. Di 25'ê avrêlê 2005an de peymana beşdariyê hat îmzekirin. Ew ji aliyê komîsyana YE'yê ve jî hat pejirandin û Bulgarîstan di 1'ê rêbendanê 2007an de dibe endama YE'yê be.

Romanya[biguherîne]

Di berfanberê 2004an de berafî hat temam kirin. Di 25'ê avrêlê 2005an de peymana beşdariyê hat îmze kirin û ew ji aliya komîsyana YE`yê de jî hat pejirandin û wek Bulgaristan Romanya jî dike di 1'ê rêbendanê 2007an de endama YE'yê be.

Berendamên berafî dewam dikin[biguherîne]

Tirkiye[biguherîne]

Tirkiye di 1999an de berandameka Yekîtiya Ewropayê ye, li ber wê di 1996an de jî endama Yekîtiya Bacgehêya. Paş di 17'ê berfanbarê 2004'an de Parlamena Yekîtiya Ewropayê ji bo berafiyan pejir da şunda di 4'ê kewçêrê 2005an de berafiyan dest pê kir.

Çi qas hîn kêmavî li wê aliyê de pire jî, berafiyên Yekîtiya Ewropayê û bi Tirkiye ji bo Demokratîk bûnê Tirkiye de gelek kêr kir û hîn jî gelek girîng e. Ji bo kurdan jî gelek kêr bû, lê ji bo demokratîk bûnê bi tûnî hîn gelek tişt gerek e û Berafiyên Tirkiye û YE ji bo wê bi kurdan û gelê Tirkiye re fersendake mezin e.

Li Ewropayê, ji bo Tirkiye bi rûerd bi kêmavî li ser Ewrope ye (%3) û nifûsa xwe li welatên Ewropayê Almanya bêtir li gîşka mezintir e (di 2015'an de dike dor 80 milyon kes be), gelek kes endam bûna Tirkiyê na xwezê ye. Ew ji bo aboriya (ekonmoîk) Tirkiye û demokratîk rewşa Tirkiye jî nê xwestin.

Xirvatistan[biguherîne]

18'ê pûşperê 2004an de Xirvatistan berandaem bûna fermî hel girt. Parlamena Yekîtiya Ewropayê ew di 17'ê berfanbarê 2004an de pejir kir û berafî di 17'ê adarê 2005an de hat dest pê kirin. Gorî rawêjan Xirvatistanê li 2009an2010an de endama YE'yê be.

Berendamên gumanî[biguherîne]

Li wan bêtir; bi Albanya re ji bo berendam bûnê berafî û xebat dewam dike û bi gumanî dorî 2020an de dikana bi endama YE be.

Bosniya Herzogovîna jî ku ekonomîk rewşê xwe û arîşeyê (problem) etnîk bikana ji hev derxa wek Elbanya dikana bi endam be.

Montenegro û Serbistan ber tev bûn dixwastin ko bi endama YE bû ne ye. Paş di 2006an de li hev veqetiyan şunda jî yek bi yek ji bo endam bûnê dil xwestina xwe rave kirin. Lê ji bo Sirbîstan Ratko Mladić, gunehkara cenga Bosna, diparast berafiyê berendam bûna niha di şikê de ye.

Çavkanî[biguherîne]