Bikarhêner:Şana Xalid/Kampa komkirinê ya Awşvîtisê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.


 

Şana Xalid/Kampa komkirinê ya Awşvîtisê
CureGirtîgeh
CihPolonyaya di bin dagîrkeriya Almanyayê
Koordînathttps://geohack.toolforge.org/geohack.php?pagename=Auschwitz_concentration_camp&params=50_02_09_N_19_10_42_E_region:PL-MA_type:landmark
Bikaranîna eslîArtêşgeh

Şablon:Infobox concentration camp

Kampa komkirinê ya Awşvîtisê komplekseke ji zêdetirî 40 kampên komkirin û qirrkirinê bû ku ji hêla Almanyaya Nazî ve li Polonyaya dagirkirî (li beşeke ku di sala 1939-an de bi Elmanyayê ve hatbû girêdan) [1] di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn û Holokostê de hate xebitandin. Ew ji Awşvîtis I, kampa esasî li Awşvîtisê (Bi Polonî Oświęcim); Awşvîtis II li Berkenûyê, kampeke komkirin û qirrkirinê ya bi odeyên gazê; Awşvîtis III li Monovîtisê, kampeke kedê ya ji bo konglomerata kîmyewî IG Farben; û bi dehan bin-kampan pêk dihat. [2] Ev kamp bûne cihê serekî yê çareseriya dawî ya Naziyan ji bo pirsa Cihûyan.

Piştî ku Almanyayê di îlona 1939-an de bi dagirkirina Polonyayê ve Şerê Cîhanê yê Duyemîn azirand, Yekîneya Parastinê (Bi Almanî Schutzstaffel, kurtiya wê: SS) Awşvîtis I ji baregeheke artêşê veguherrand bo kampeke girtiyên şerî. [3]

Veguhastina ewlî ya girtiyên siyasî ji bo Awşvîtisê hema tenê ji Poloniyan pêk dihat ku kamp di destpêkê de ji bo wan hatibû avakirin. Piraniya girtiyan li herdu salên pêşîn Polonî bûn.[4]

Li îlona 1940ê, micrim û suçdarên Alman navûdengê kampê bi sadîzmê ava kir. Girtî ji ber sedemên herî çirtovirto rastî lêdan, îşkence û îdamê dihatin. Şewtandina yekem —ya girtiyên Sovyet û Polonî— li bloka 11ê ya kempa esasî, li Tebaxa 1941ê de hat kirin. Avakirina Awşvîtis II li meha paşîn dest pê kir, û ji sala 1942-an heya dawiya 1944-an trênên bargir Cihûyên ji çar aliyên Ewropaya dagîrkirî radestî odeyên gazê yên Awşvîtisê kirin. Ji 1.3 milyon mirovên ku hatin şandin bo Awşvîtisê, 1.1 milyon hatin kuştin. Hejmara qurbaniyan 960,000 Cihû (865,000 ji wan bi gazê hatin şewitandin), 74,000 Poloniyên etnîkî, 21,000 Rom, 15,000 girtiyên şerî yên Sovyetê û heta 15,000 Ewropiyên din bi xwe ve digirit.[5] Kesên ku bi gazê nehatine kuştin, bi birçîbûn, westandin, nexweşî, îdamên bi kit, an jî lêdanê hatine kuştin. Yên din jî di dema ceribandinên bijîşkî de hatin kuştin.

Herî kêm 802 girtiyan bizav kir ku birevin, 144 ji ewan bi serketî, û di 7ê Cotmeha 1944an de, hinek girtiyên ku odeyên gazê bi rê ve dibirin, serhildaneke neserkeftî li dar xisit. Tenê 789 karmendên Yekîneya Parastinê Schutzstaffel (ji sedî 15 ne zêdetir) piştî ku Holokost bi dawî hat, hatin hikim kirin; [6] çend kes hatin îdam kirin, di nav de fermandarê kampê Rûdolf His (Bi Almanî Rudolf Höss).


Gava ku Artêşa Sor ya Sovyetê di Çileya 1945-an de, di dawiya şerî de, nêzîkî Awşvîtisê bû, SSê anku Yekîneya Parastinê pirraniya nifûsa kampê di Meşa Mirinê de ber bi rojava şandibû kampên hundurê Almanya û Nemsayê. Leşkerên Sovyetê di 27'ê Çileya 1945'an de ketin kampê, rojek ku ji sala 2005ê ve wekî Roja Bîranîna Holokastê ya Navneteweyî tê bibîranîn. Di dehan salên piştî şerî de, kesên rizgarbûyî yên wekî Prîmo Levî, Vektor Firankil, û Êlî Vîsel bîranînên serpêhatiyên xwe nivîsandin, û kamp bû çevenga serdest ya Holokostê. Li sala 1947ê Polonyayê Muzexaneya Dewletê ya Awşvîtis-Berkenûyê li cihê Awşvîtis I û II ava kir, li sala 1979ê ew ji alê Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve wekî şûnekî Kelepora Cîhanê hat bi nav kirin. [[Kategorî:CS1: long volume value]] [[Kategorî:CS1 polonî-language sources (pl)]] [[Kategorî:CS1 elmanî-language sources (de)]] [[Kategorî:Articles with hAudio microformats]]

  1. ^ "Auschwitz". encyclopedia.ushmm.org (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 13 hezîran 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 tîrmeh 2021. Auschwitz is the German name for the Polish city Oświęcim. Oświęcim is located in Poland, approximately 40 miles (about 64 km) west of Kraków. Germany annexed this area of Poland in 1939.
  2. ^ "Auschwitz I, Auschwitz II-Birkenau, Auschwitz III-Monowitz". Auschwitz-Birkenau State Museum. Ji orîjînalê di 22 kanûna paşîn 2019 de hat arşîvkirin.
  3. ^ Dwork & van Pelt 2002, r. 166.
  4. ^ Auschwitz-Birkenau, Former German Nazi Concentration and Extermination Camp - Memorial and Museum. "Poles in Auschwitz". auschwitz.org. Ji orîjînalê di 12 tebax 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 tîrmeh 2021. The first transport of political prisoners to Auschwitz consisted almost exclusively of Poles. It was for them that the camp was founded, and the majority of prisoners were Polish for the first two years. They died of starvation, brutal mistreatment, beating, and sickness, and were executed and killed in the gas chambers.
  5. ^ Piper 2000b; also see Piper 1998b.
  6. ^ Lasik 2000b.