Cehzêr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Cehzêr seleteyeke pêjgeha kurd e. Navê wê di wêjeya devkî de derbas dibe ku ji ceh, sîr û mastê bûye. Terîfeya li vir hatiye dayîn ne ya orjînal e. Li vir bo tehmê, ne ceh lê şehriyeya dirûvê cehê de hatiye tercîhkirin, gizêr û tirşîn jî lê hatine zêdekirin.

Xela û şeran de ceh dibû zêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Kurdistanê ceh û sîr erzan bûne, lê di demên xela, şer de ceh bûye wekî zêr. Bi texmînî navê xwe ji vir girtiye. Mixabin xebateke zanistî li ser pêjgeha kurd nehatiye kirin, nav û têgîn nehatine sererastkirin.

Berkelî (melzeme)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 2 xiyarên bi qasî bêçiyê
  • 1 pakêt şehriyeya dirûvê cehê de
  • 2 gizêr
  • 8 kornîşon (xiyarên tirşînê)
  • 6 KX (kevçiyê xwarinê) mast
  • 5 dd (dendik) sîr
  • 2 KX mayonez

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şehriyeyê (şekîre, cehek) bixaşînin. Gizêran li rêşkerê (rende) bidin. Xiyaran bêî ku qalikên wê bigirin, li rêşkerê bidin, ava wê bidarivînin.

Xiyarên tirşînê dirêvê zarê de (kûbîkî) hûrbikin, sîrê bikutin, mayonez û mastê jî bînin, giştî tevlîhevbikin, bînin ser destexaneyê (sifre).