Here naverokê

Dengê Mezopotamya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Radyoya Dengê Mezopotamya radyoyeke kurdî ye.

Radyoya Dengê Mezopotamya di 27'ê gulanê 2001'ê de dest bi weşana xwe kir. Dengê Mezopotamyayê pêşî bi 6 saetan dest bi weşana xwe kir û di serê sala 2002'a de dema weşana kir 12 saet. Radyoyê Dengê Mezopotamyayê îro bi weşana xwe ya 16 saetan, bi zarava û devokên kurdî weşana xwe dikê. Radyo her roj bi saeta Amedê di navbera 7 û 22'an, li pêla kurt 25 metir 11 hezar û 530 khz weşanê dike.

Radyo bi 5 zarava û devokên kurdî, bi Kurmancî, Soranî, Zazakî, Hewremanî û Lorî weşanê dike. Ev di dîroka kurdan de hemle û rûpelekî nû ye. Weşan hem zindî û hem jî wek pakêt dibe.

Coxrafya weşana Radyoya Dengê Mezopotamya fireh e, li seranserê Rojhilata Navîn,Kafkasya, Bakurê Efrîka û saetên piştî nîvro jî liEwropa weşanê dike.

Girêdanên Derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malpera Radyoya Dengê Mezoptamya Girêdana arşîvê 2013-03-13 li ser Wayback Machine