Hewramî

Ji Wîkîpediya

(Hat ragihandin ji Hewremanî)

Hewramanî an jî hewramî kesê hewramî zarê xwe wa dibêjin: oramî an jî maçû.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Li ser hewramî

Hewramî zaraveyekî zimane kurdî ye, li navendî Kurdistanê bi pirî ji Êlen Kurde-yarsan, e kû ji zimanê xwe ra maçû dibêjin, tê axaftin, lê belê li Bahdînan jî êlen Şebek û Sarlî tê axaftin. Hewramî lêkçûnekî zaf ligel zazakî û zaravêyen goranî heye. Pêtir ji  % 30 yên wişeyên hewramî ligel zimanê avestayî yekin û bi zazakî, lekî û bacalanî ba, li gorî zimannasên kurd Malmîsanij û M. Izady tipekî, bi nave pehlevenkî di nav zimane kurdî de pêk tîne.

Zaravê hewramî demekî, li navendî Kurdistanê zimanê fermî bû, hatanî serê 1900 li Herema Mîren Erdelanê zimanê fermî bû, paşê şûna xwe da soranî. Îro hewramî kesên kû hewramî diaxifin qasî 300.000 - 500.000 merivan ketine.

[biguherîne] Devokên hewramî

[biguherîne] Hewramî ligel zaravayên kurdî yên din

Kelhurî Soranî Lekî Kurmancî Zazakî Hewramî Bacalanî
Mi Min Min Ez Ez Amin, Min Min, Emin
Ti To Tu, te Ti, To To, Etû, Tû Ti, To
Mi kem Min ekem Min mekem Ez dikim Ez kenu Amin/Min mekerû Min mekere
Mi çim Min eçim Min Meçim Ez diçim Ez Şonu Min milû Min melû
Fire Zor Fira Pir, Gelek, Zaf Zaf Zor/fira fire
Wet Wut Wat Got Vat Wat/vat Wet
Îrênge Esta Eske Niha, Nika Nika îse êste
Hat- Hat- Het- Hat- ame- ame- ame-
Hena Bang, Deng Hena Deng Veng Deng Deng
Kel´n Gewre Kel´n Gir, Mezin Pîl Gore Gewre
Wa Ba Wa Ba Va Va/Wa Va
Waran Baran Waran Baran Varan Baran Baran
Gen Xiraw Gen Xirab Xirab Xirab xirab

[biguherîne] Pirtûken hewramî

Hata serê 1900î de, 38 pirtûk bi zimanê kurdî hatibun nivîsandin, ji wan 18 hev bi zaravayê hewramî bûn, 10 hev bi soranî û 10 hev jî kurmancî. Lê belê ji wî virda hewramî rolla xwe ya zimanê edebî wenda kir û kem pirtûk bi zaravêye hewramî hatin nivîsandin.


[biguherîne] Pirtukên bi hewramî yên dirokî

[biguherîne] Literatûr

[biguherîne] Lînkên derve