Doktor Jîvago

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Doktor Jîvago (bi rûsî: Доктор Живаго, Doktor Zhivago) navê romaneka nivîskar û helbestvanê navdar ê rûs Borîs Pasternak (1890-1960) e.

Wî romana xwe bo cara pêşîn ji kovareke wêjeyê ya ku di bin kontrola sazûmaniya YKSSê de bû re dinivîsîne. Lê kovar çap nake. Di romanê de nêrînên dijî sosyalîzmê dibîne. Roman di sala 1957'î de li Îtalya tê çapkirin. Di demekê kurt de roman dengekê mezin dide. Li gelek zimanan tê wergerandin. Pasternak di sala 1958'î de Xelata Nobelê ya wêjeyê werdigire. Roman li YKSSê tê qedexekirin û heya sala 1985'î li wir nayê weşandin.

Di romanê de behsa sêwî Yûrî tê kirin ku ew bo xwedîkirinê dane cem malbatekî. Çîrok li dora Yûrî hatiye gerandin û têkilî û nakokiyên civaka hemdemî ya neheq ristiye. Paternak xwastiya di romana xwe de bi ziravî be jî rexneya YKSS bike.