Dost Çiyayî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dost Çiyayî
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Dost Çiyayî (Mahmut Çaça, jdb. 1972 li Mêrdînê - 2003 Dersîm(?)) nivîskarekî kurd bû. Di sala 1972an de li gundê Qelendera Mêrdînê hat dinê. Li gund, Mêrdîn û Qoserê xwend. Di 1991an de kete Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê. Di sala 1992an de êşa gurçikan lê hasil bû. Du caran emeliyat bû. Bi enfeksiyona jehrbûna xwînê, kete komayê. Di demeke ku her kesî jê hêvî birî de, li jiyanê vegeriya. Ev bûyer, li ser fikar û jiyana wî rêçeke domdarî hişt. Di sala 1995an de ji beşa Mamostetiya Seretayî mezûn bû û dest bi kar kir. Di heman salê de jî zewicî. Bi navê Baz lawekî wî çêbû.

Di vê navberê de di kovarên wek Jiyana Rewşen, Nûdem, Nûbihar, Pelîn de helbest û çîrokên wî weşiyan. Ji Metin Kaygalak, Muzaffer İzgü û Murathan Mungan wergeran kir. Li ser riya Festîwala Dêrsimê, di havîna sala 2003 an de qezayek derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Qetran pirtûka wî ya yekem e.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]