Egîdê Têcir

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Egîdê Têcir dengbêjekî navdar ê Kurdên Ermenistanê ye. Li gundê Sincalî ya Talînê dijiya. Bav û pirraniya xizmên wî di Komkujiya Ermeniyan de ji ber kû Kurdên Êzîdî bûn ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kuştin. Wî bi xwe kul û êşên komkujiyê jiyabû û ji rewşa Kurdên Êzîdî ya dijwar, ji dîroka hincaran kambax a Kurdan baş têdigihîşt.

Têcir yek ji hîmên bingehîn ên dengbêjiya Kurdên Sovyetistanê û ya Radyoya Êrîvanê bû. Bi taybetî strana Siyabend û Xecê bêhempa distiriya.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]