Mihemedê Gavan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mihemedê Gavan, anku Mihemedê kurê Îsayê Xelef, hunermend û stranbêjekî kurd bû ku di sala 1934an de li gundê Tilşeîra Aşîtan, li Rojavaya Kurdistanê hatiye ser dinyayê. Malbata wî bi eslê xwe ji gundê Girê Mîran ê Nisêbînê bû, lê ber bi hêla Binxetê ve koçberî gundê Tilşeîra Aşîta bûbû. Di 20 saliya temenê xwe de, stran û lawik û dîlokên reqsê digotin û bi demê re bi deng û awazên xwe navdar dibû û hunera wî bi rewanî û bi gavên fireh bi pêş ve diçû.

Cureyên hunera Mihemedê Gavan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Stranên şeran, efsane, çîrokên dirêj, pesindarî, bîranîna şehîdan û yên devjeniyê.
  • Lawik, dîlokên reqsê, paleyê, dankutê û destarhêrkê.

Hin nimûneyên ji hunera wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hejmarek ji van stran û dîlokan, Radyoya Kurdî ya Qehîreyê di salên 1958-1967an de diweşandin.

Berhemên hunermendê welatparêz heta sala 1965an gihîştibû deh kasetên tomarkirî yên rengereng; lê li gor malbata wî, bi sedema hin bûyerên xirab hindek ji wan kasetan hatine windakirin.

Hunermend Mihemedê Gavan endamê Partiya Komunîst a Sûriyê bû.

Mihemedê Gavan di 17ê çiriya pêşîn a 1977an, di 43 saliya temenê xwe de çû ber dilovaniya Xwedê û li gundê Tilşeîrê hat veşartin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Samî Ehmed Namî, Mihemedê Gavan û Xemoyê Xerzî du hunermendên jibîrkirî. Di kovara Pirs, 38, havîna 2007an de.