Elîşêr Koçgirî
Elîşêr Koçgirî | |
---|---|
Navê rastî | Yücel Halis |
Jidayikbûn | 1966[1] |
Mirin | 10ê çiriya pêşîn a 2011an Xakûrk |
Sedema mirinê | êrîşa hewayî |
Hevwelatî | Kurdistan (Tirkiye) |
Pîşe | gerîla, rojnamevan |
Dîn | Îslam (Elewî) |
biguhêre |
Elîşêr Koçgirî (navê fermî yê bi tirkî: Yücel Halis) (m. 10ê çiriya pêşîn a 2011an, li Xinêrê - Xakurkê) rojnamevan, fermandarekî kurd bû.
Bi salan di nava çapemeniya kurd de wekî rojnamevan, birêveber û peyamnêr dixebite. Sala 1988î tevlî nava refên PKKê dibe. Li Akademiya Mahsûm Korkmaz dimîne û bo xebatên çapemeniyê wekî berpirsiyar tê Kurdistan û Tirkiyeyê.
Li Enqereyê tê girtin û bi salan li zîndanê dimîne. Piştre tevlî nava ARGKê dibe. Li herêmên Dêrsim, Qoçgirî, Zagros, Garê, Xakurkê, Zap û gelekan pêşmergetî (gerîla) dike. Dibe fermandar û di meclîsa HPGê de cih digire.
Di êrîşeke artêşa Romê (Tirkiye) de bi tevî hevalên xwe jiyana xwe jidest dide.
Di Çanda Kurdî De Elîşêr Koçgirî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Stranên Seyda Perinçek [2] û Tekoşîn[3] li ser şehîdên Kurdistanê ên Rustem Cudî, Elîşer Koçgirî û Çîçek Botan heye.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |