Erdhej

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Piştî erdhejê dîmenek ji bajêr 1906, San Francisco (DYA)

Erdhej yan jî erdlerz lerizîna rûyê erdê ye ku ji ber derketina enerjiya ji nişka ve di lîtosfera cîhanê de pêk tê û bi xwe re pêlên erdhejê çêdike. Ji şaxê zanistê yê ku van bûyeran lêkolîn dike, jê re sîsmolojî tê gotin. Tundî ya erdhejiyê ji çend celeban pêk tên. Di nav celeban de, celebek erdheja ku ew qas qels in ku nayên hîskirin, celebek kêm tundî ye ku mirov hîs dikin û pê dihesin û celebek tundî ya zêde ye ku mirov bi zehmetî li ser piyan disekinin, zirarê dide binesaziya bajaran û wêraniyê li tevahiya bajaran pêk tîne.

Erdhejên herî gelemperî ji hêla çalakiya şikestekên jeolojîk ve têne hilberandin û di heman demê de erdhej ji ber sedemên din jî çêbibin ku di van sedeman de lihevketina lewheyên tektonîk, teqînên volkanîk, ketina asteroîdan û cismên mezinên din ên esmanî ku li rûyê erdê dikeve yan jî teqînên nukleerî yên ku ji aliyê mirovan ve di bin erdê de têne teqandin hene. Mezinahiya erdhejê bi pîvana Moment magnitudê (yan jî pîvana Richterê, ya berê) tê diyarkirin. Li gorî vê pîvanê, erdhejên bi pileya 3 û jêrtir bi giştî nayên hîskirin, lê erdhejên bi pileya 7 û jor ve dikarin wêrankar bin. Asta kûrahiya xala ku erdhej lê diqewime li ser hêza wêrankirinê bi bandor e. Asta kûrahiyê çiqas ber bi jor ve be bandora erdhejê ewqasî zêdetir çêdibe û zêdetir zirarê dide hawirdorê.[1]

Li qatên erdê yên hêj rûneniştî de şikestin pêk tên û melisandin dibe. Ev bûyer gorî hêza şikestinê herêmên nêzîkê xwe dihejîne. Yek ji katastrofên mezin ên mirovahiyê ye.

Zanîna ku li ser erdhejê lêkolîn dike sîsmolojî (erdhejnasî) ye. Sîsmolog (erdhejnas) lê dixebitin ku agahiyên têkûz û bilez bidestbixin, daku ziyana erhejê kêm bikin. Mixabin dîsa jî ziyaneke mezin dide mirovan. Bi taybetî dide xizanan ku di avahiyên nezexm de dijîn.

Erdhejên mezin li Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Erdhejên mezin li derveyî welat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1906, li San Francisco, hêza wê 7,7-8,3, bi xwe re şewatek mezin tîne û bajêr dişewite.
  • 1908, li Meksîkoyê, hêza wê 8,1
  • 1988, li Ermenistanê.
  • 1999, li derûdorên Îzmîtê (Tirkiye), bi fermî, 15.000 mirî bûne.
  • 2004, ev erdhej li Okyanûsa Hindî çêbûye û pêlên mezin ên tsunamî rakirin, nêzîkî 300.000 kes mirî bûn.

Di dîroka mirovahiyê de gelek erdhej bûne. Roj bi roj têkoşîna bi erdehejê re pêşdikeve.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Frequently Asked Questions". web.archive.org. 3 kanûna pêşîn 2010. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 kanûna pêşîn 2010. Roja gihiştinê 18 sibat 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)