Erdheja Wanê 2011

Erdheja Wanê 2011
38°37′41″Bk 43°29′10″Rh / 38.628°Bk 43.486°Rh / 38.628; 43.486
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye, Îran, Ermenistan, Azerbaycan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mawe25 sanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hejmara miriyan
  • 604 (2011)
  • 10 (2011) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Hêza erdhejê li gor USGSê
Dîmenek ji kolaneke bajarê Wanê piştî zelzeleyê (28ê çiriya pêşîn)

Erdheja Wanê 2011 yek ji erdhejên mezin ên li Kurdistana Tirkiyeyê rûdaye ye. Di 23ê çiriya pêşîn 2011an de, di katjimêr 13:41ê de pêkhatiye û bi qasî 25 çirke berdewam kiriye.

Navenda erdhejê 17 km ji bajarê Wanê dûr e, nêzîkî gundê Sorsoratê. Derbareyê hêza erdhejê de nêrînên cuda hene. Pirranî dibêjin hêza erdhejê 7,2 richter bûye. Erdhejê ziyana mezin da parêzegaha Wanê.

Balafirgeha Wanê jî ziyan dît û bo demekê seferên balafiran hatin rawestandin. Bi sedan avahî hilweşiyan, dibistaneke sitarê ket xwarê. Bandora erdhejê li seranserê Bakurê Kurdistanê (Îdir, Colemêrg, Riha, Erzîrom, Agirî, Mêrdîn, Amed, Mûş, Bedlîs, Qers, Êlih, Sêrt[1]) rûda. Herwiha erdhej li bakurê Îsraêl, Îran, Gurcistan, Azerbaycan û Ermenistanê jî hatiye hîskirin.

Bîlanço[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hejmara mirovên jiyana xwe jidest dane 605 kes in û 4.152 kes jî birîndar bûne.[2][3][4][5]

Li gorî agahiyan (27 çiriya pêşîn 2011 - 10:00) di erdhejê de hejmara avahiyên ku bi temamî xira bûne 3713 û hejmara avahiyên ku kêm xesar dîtine 2209 in. Bi tevahî avahiyên bixesar 5922 bûn.[6]

Bertekên siyasî û civakî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema erdhej pêk tê li Tirkiyeyê rojev ketina artêşa tirk bo Başûrê Kurdistanê ye. Atmosfera şer ya ku mijara sereke ya medyayê ye, li bajarên lê romî (tirk) pirranî ne riya lînçkirina kurdan li vedike.[7]

Dema erdhej rû dide, hin ronakbîr, rojnamevan û zanayên tirkan şabûna xwe bo erdhejê tînin ziman ku çima li Kurdistanê pêkhatiye û ziyan gihîştiye kurdan. Spîker Müge Anlı di bernameyeke TVê de heqaretê li miriyan û mexdûran dike.[8]

Di hin qoliyên alîkariyê de yên bo Wanê çûne kevir, molotof û ala Tirk derket.[9] Ev bertek û niqaşên wê yên di raya giştî de bala etîknas û siyasetmedaran dikişîne û dibe derseke civakî.[10]

Alîkariyên ku ji bo erdhejzedeyan hatine komkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Alîkariyên rekor yên ji bo Wanê:

Herwiha Google ji bo ku kesên nediyar û yên di bin kavilan de mane, beşeke bi navê Google Vebînêrê Kesan (Person Finder by Google an jî bi Tirkî Google Kişi Bulucu) çêkir.[18]

Dewletên ku ji Wanê re kon şandine[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Almanya: 500 kon, Awistriya: 32 kon, Belçîka: 400 kon, Îngilistan: 1144 kon, Danîmarka: 100 kon, Estonya: 329 kon, Tirkiye: 20.000 kon(Heyva Sor a Tirk Türk Kizilayi), Fransa: 490 kon, Îrlenda: 624 kon, Spanya: 329 kon Swîsre: 155 konên bi pergala germkirinê, Lûksembûrg: 360 kon, Romanya: 100 kon, Slovakya: 10 - 6x26 kesan û 4x10 kesan, Slovenya: bi tenê 2 kon bo Wanê şand in.[19]

Herwiha Binêrin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Nivîsa bi zimanê tirkî
  2. ^ http://www.cnnturk.com/2011/turkiye/10/27/depremin.son.bilancosu.550.olu/634592.0/index.html Girêdana arşîvê 2011-10-29 li ser Wayback Machine li gor dema 28.10.2011 - 21.30
  3. ^ http://www.yuksekovahaber.com/haber/afad-olu-sayisi-575e-cikti--60550.htm Li gor dema 28.10.2011 - 22:08
  4. ^ http://firatnews.tv/index.php?rupel=nuce&nuceID=52267[Girêdan daimî miriye] 11:26 / 29 çiriya pêşîn 2011
  5. ^ Dem 30/10/2011-13:09 http://www.aknews.com/ki/aknews/3/270062/[Girêdan daimî miriye]
  6. ^ http://www.afetacil.gov.tr/haber/haber_detay.asp?haberID=532[Girêdan daimî miriye] Li gor dema 27 çiriya pêşîn 2011 - 10:00 ew pêdandin hê bi temamî neqediya ye.
  7. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 27 çiriya pêşîn 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 27 çiriya pêşîn 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  8. ^ "Müge Anlı'dan skandal yorum". aksam.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 9 sibat 2023.
  9. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 27 çiriya pêşîn 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 27 çiriya pêşîn 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  10. ^ "Demirtaş'tan Müge Anlı'ya sert yanıt". Milliyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 9 sibat 2023.
  11. ^ http://www.samanyoluhaber.com/h_711175_Gundem-5-saatte-65-milyon-toplandi---video.html
  12. ^ http://dipnot.tv/15353/Turkiye-Van-icin-tek-yurek-oldu-61-MiLYON-TuRK-LiRASi-TOPLANDi.aspx[Girêdan daimî miriye]
  13. ^ http://www.takvim.com.tr/Dunya/2011/10/27/en-kral-yardim
  14. ^ a b http://www.medyafaresi.com/haber/69920/guncel-barzaniden-van-depremine-1-milyon-dolar-yardim.html[Girêdan daimî miriye]
  15. ^ http://www.kurdshow.com/wan111.html[Girêdan daimî miriye]
  16. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurds/9904.html
  17. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 27 çiriya pêşîn 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 27 çiriya pêşîn 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  18. ^ http://www.google.org/intl/en/crisisresponse/van-turkey-earthquake-2011.html Girêdana arşîvê 2011-10-27 li ser Wayback Machine Beşekî demkî ye Google ji bo gelek karesatan jî pergalekê wê rengî çêdike
  19. ^ http://www.haber3.com/sadece-iki-tane-cadir-geldi--1061388h.htm#ixzz1c6dV4KWK Li gor daneyên Haber3
  20. ^ http://www.airnewstimes.com/israil-den-sivil-bir-ucakla-van-a-7-prefabrik-ev-12734-haberi.html