Ergenekon
Ergenekon navê rêxistineke îllegal a artêşa Romê (Tirk) ye. Artêşa Tirk li dijî dijberên xwe, Kurd û çepgiran rêxistinên bi dizî avakiriye ku yek ji wan jî Ergenekon e.
Navê Ergenekon
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev nav ji efsane û çanda Mongolan derketiye. Ji ber ku dewleta Mongolya di qada navneteweyî de ne ewçend bihêz e, dewleta Tirk û rastgirên radîkal ên Romê xwedî li hemî dewlemendiya dîrok û çanda wan derdikeve. Ev nav jî di efsaneya Mongolan a bi heman navê de derbaz dibe.
Gorî Efsaneya Ergenekonê navê welatê Mongolan Ergenekon bûye. Ev welat di nava çiyayên madenî yên asê de bûye. Dijminan dor li wan girtine û bo ji nû ve gelê Mongol bibûya xwedî hêz û desthilat, diviyabû ji vê dagirkirina leşkerî û erdnîgarî bifilitiyan. Ew van çiyayên hesinî û madenî vedikolin, bi helandina madenan riyên revê vedikin. Bi vî awayî gelê Mongol ji nû ve xwe vedijîne û dibe desthilatdarê herî mêzîn ê dema xwe.
Dîroka fermî ya rêxistinê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gorî polîtîkerên Tirkiyeyê bingeha vê rêxistinê digihîje heya Şerê cîhanê yê II.. Tê zanîn NATOyê li dijî bloka realsosyalîst gelek alavên şer avakiribû. Bi navê Gladio rêxistineke îllegal a navneteweyî damezrandibû û rêxistinên wekî MHP, ÖHD, Ergenekon hwd jî li Tirkiyeyê bûn.
Rojnameyên Romê derbarê rêxistinê de gelek senaryo û nîqaşan dinivîsîne. Hin siyasetmedarên Ewropayî bi van senaryoyan bawer nakin. Gorî wan dewleta Tirk xwerû li dijî Kurdan gelek rêxistinên bi dizî amadekirine û gorî berjewendiyên xwe bikartîne, Ergenekon jî yek ji wan e.
Gladio yan balona pifkirî ya artêşê?
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dewleta Tirk gelek rêxistinên îllegal dadimezirîne û bikartîne. Hin caran jî rêxistinên xwerû bo Şerê taybet û Şerê psîkolojîk hatine amadekirin bikartîne yan propaganda dike. Hin caran ew zêde diçin û kontrola artêşê kêm dibe û hewce dimîne hin çalakiyên kontrolkirin û kedîkirinê lidarbixîne.
Di 21ê adarê 2008î de bi fermî dewleta Romê operasyonek li dijî Ergenekonê lidarxist. Doğu Perinçek, İlhan Selçuk jî di nav de çend kes bi tewanbariya têkiliyên bi Ergenekonê re hatin binçavkirin. Berê jî generaleke bi navê Veli Küçük hatibû girtin. Navê vî generalê di kujtina karsaz û ronakbîrên Kurd de derbaz bûbû. Hin şîrovekeran vê yekê wekî "çalakiyeke piçûk a kontrolkirin û propagandakirinê" nirxandin. Gorî wan, artêşê xwast ku Kurd û mixalif bitirsin û hejmara endamên rêxistinê zêde bibe.
Hin agahiyên nehatine sererastkirin û peyitandin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Navend û serokatiya Ergenekonê li serfermandariya artêşa Tirk e. Birêvebirê dawî Orgeneral Çevik Bir an Yaşar Büyükanıt e. Ji çepgiran heya rastgir û Îslamîstan gelek endamên wê hene. Zanîngehên Tirkiyeyê bi tevayî di bin kontrola wan a di YÖKê de ye. Sektora sînema û muzîkê di bin kontrola wan de ye û vê sektorê ji bo dijberiya Kurdan û perwerdekirina gelê Tirk bikartînin.
Ergenekon planên komkujiya Kurdan amadekiriye û li benda fermana artêşê ye. Bo cara pêşîn derxistina Kurdan ji bajarên mezin ên Tirkan tê xwastin. Çendên tên gotin ev in:
- Reşkirina doza Kurdan di qada navneteweyî de
- Tunekirina aborî dewlemendiya Kurdan
- Parçekirina hêza Kurdan û pêşîlêderketina yekîtiya Kurdan
- Pişavtina (asîmîlasyona) Kurdan
- Ceribandinên piçûk ên komkujiyê
- Çalakiyên Cyber
- Kujtin, windakirin an reşkirina kesayetiyên hezkirî û navdar ên Kurd
- Xerakirina têkiliyên Kurd û biyaniyan
- Bi rakişandina nava tewanan (wekî eroîn, fihûş, dizî hwd), pûçkirina nivşên nû yên Kurd
- Tevlîhevkirin û bêbawerkirina doza Kurdan
Tê gotin ku Ergenekon li welatên Tûrkî yên Asyayê jî xwe bi rêxistin kiriye. Taybetî li Azerbeycan, Turkmenistan û bakurê Kîprosê jî bûroyên wê hene. Li her balyozxaneyeka (konsolosxane) Romê berpirsiyareke wan heye. Li Ewropayê tîmeke taybet hatiye amadekirin û tenê li Ewropa (bi taybetî li Almanya, Yewnanistan, Romanya û Bulgaristanê dixebite. Dîsa tê gotin navê hin stranbêjan jî wekî endam derbaz dibe.
Hin navên di prosesa Ergenekonê de derbaz dibin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Abdullah Çatlı - Payebilindekî sîxuriya Romê bû
- Adnan Turkkan - Serokavakarê Yekîtiya Ciwanên Tirkiyeyê
- Alaattin Çakıcı - Yek ji navdarên hêzên tarî û mafyaya rastgiran
- Ahmet Necdet Sezer Serokkomarê Tirkiyeyê yê berê
- Birol Başaran - Serokê şaxa komeleya Atatürkperwer a Kadiköy
- Çevik Bir - Duyemîn serkanê artêşê yê berê
- Doğu Perinçek - Serokê Partiya Karkeran (Tirkiye), payebilindekî dewleta kûr
- Dursun Ali Toroman - Serokê ADD'a Maltepê
- Ercument Ovalı - Profesor
- Erol Mutercimler - Serdarê Gural Başaran, rojnameger-nivîskar
- Gural Başaran - Sekretera Komeleya Karsazên Neteweyî
- Hamza Demir- Nivîskarê malpera Toplumsal
- Hasan Atilla Ugur - Serheng (mîralay)
- Hurşit Tolon - Orgeneralê malnişîn (Serfermandarê Artêşa Yekemîn ê berê). --> Hatiye girtin.
- Ibrahim Ozcan - Berbazê malnişîn
- İbrahim Şahin - Perwerdekarê hêzên taybet ên çekdarî, payebilindekî kontrgerîlla
- İlhan Selçuk - Yek ji rêveberên Partiya Komûnîst a berê, rojnamevan, nivîskar
- İlker Guven - Mîrlîwayê malnişîn
- Kadir Ali Esener - Mîrlîwa
- Kemal Aydin - Dagerê (mifettîş) darayê (maliyeyê) yê malnişîn
- Korkut Eken - Serfermandarê hêzên konrgerîlla yê berê
- Levent Ersoz- Mîrlîwayê malnişîn, Serokê Îstîxbarata Jandarmeyan ê berê
- Mehmet Ağar - Serokê Partiya Demokrat, serokê giştî yê ewlekariyê yê berê, payebilindekî Romê, rastgir, kujerê beriya cûntaya 12ê îlonê
- Mehmet Eymür - Giregirekî MİTê yê berê
- Murat Avar - Nûçegîhanê TRTê
- Mustafa Balbay - Nûnerê Rojnameya Cumhuriyetê yê Enqereyê
- Neriman Aydin - Nivîskara malpera Toplumsal
- Osman Gurbuz -
- Sinan Aygunî - Serokê Odeya Ticaretê ya Enqereyê
- Şener Eruygur - Serokê kevn ê hêzên Jandarmeyan û Serokê Komelaya Ramana Ataturkçî, General. --> Hatiye girtin.
- Tansu Çiller û mêrê wê
- Tunç Akkoç - Cîgirê Serokê Giştî yê Baskên Ciwanan ê Partiya Karkeran (İP)
- Turhan Çomez - Kevneparlamenterê AKPê yê bajarê Balıkesirê
- Ufuk Buyukçelebi - Gerînendeyê Giştî yê rojnameya Tercümanê
- Veli Küçük - Giregirekî artêşê yê jikarketî