Veli Küçük

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Veli Küçük (* 9'ê gulanê 1944, li gundê Türkmen köyü ya, Gölpazarı, Bilecik) mîrlîwayê malnişînîbûyî, girêgirê kontrgerîlla û hêzên operasyonên taybet ê artêşa tirk e. Di têkoşîna bi PKKê, şewitandina gundên kurdan de xwedî erk bû. Niha girtî ye, bi endametiya Ergenekonê, skandala Susurlukê, kujtin û windakirina hin karsazên kurd tê darizandin.

Wekî fermandarê hengê li Kurdistanê li parêzgehên Agirî, Wanê xebitiye, tevlî operasyonên artêşê yên başûrê Kurdistanê bûye. Bi giregirên kontrgelîlla yên wekî Abdullah Çatlı, Yeşil re xêbitiye. Navê wî di derbeyên leşkerî yên Azerbaycanê de derbas dibe. Ji gelek kujtin, windakirin, êşkence û operasyonên dijî mafê mirovan û zagonên şer in de derbas dibe.

Girêdan[biguherîne]