Ernest Walton

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ernest Walton

Ernest Thomas Sinton Walton (jdb. 6ê çiriya pêşîn 1903 li Dungarvan/County Waterford; m. 25ê hezîranê 1995 li Belfast) fizîknasekî navdar ê Îrlandî bû. Sala 1951î bi tevî John Cockcroft, Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di malbateke oldar de hatiye jiyanê. Piştî bidawîkirina kolêjeke metodîst li Belfast, sala 1922î li Dublin dest bi perwerdeya matematîk û fîzîka ceribandiniyê dike. Sala 1926/27î bidawîdike. Li laboratûarên Cavendish-Laboratorium a zanîngeha Cambridge derfeta lêkolînkirinan dibîne. Heya sala 1934î li wir dimîne û vedigere Trinity College. Sala 1946î dibe profesorê fîlozofiya xwezayê û fîzîka ceribandiniyê.

Sala 1934î evînmarî bûye (zewiciye) û çar zarokên wî çêbûne.

Xebat û girîngî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi tevî John Cockcroft gelek lêkolînan dike. Bi hevre jeneratora bi navê Cockcroft-Walton-Generator çêdikin. Bi giranî li ser cîhana atomê radiweste.

Xelat û paye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]